Endama DAÎŞ’ê Omaima Abdi ku welatiya Elman e û derket holê li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê ye, eşkere bû ku hêzên ewlekariyê ew metirsîdar nedîtine û pêwîstî bi lêpirsîna wê jî nedîtine.

Dewleta Elman ku sembolên YPG/YPJ’ê qedexe kiriye û hewl dide piştgiriya bi hêzên demokratîk ên li Sûriyeyê krîmînalîze bike, li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên dijminê mirovahiyê xwe nalivîne.

Nûçegihana televîzyona El-An Jenan Moussa beriya çend rojan derxistibû holê ku çeteya DAÎŞ’ê Omaima Abdi piştî ku Reqa ji aliyê hêzên QSD’ê ve hate rizgarkirin vegeriya Elmanyayê û weke ku tiştek nebûye li jiyana xwe ya berê vegeriya ye.

Koma Partiya Çep a li Meclîsa Eyaletê ya Hamburgê rewşa welatiya Elman Abdi xist rojeva meclîsê û pêşnûme pirsek pêşkêşî rêveberiya eyaletê kir. Di pêşnûme pirsê de ku Hevseroka Koma Partiya Çep Cansû Ozdemîr amade kir, hate pirsîn ku têkiliya wê bi DAÎŞ’ê ya jî komên radîkal heye yan na.

Hikumeta eyaletê jî ku ji Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Partiya Keskan pêk tê, bersiveke sosret dabû pêşnûme pirsa Ozdemîr. Hikumeta Eyaletê diyar kiribû ku Abdi ya DAÎŞ’î ji bo ewlekariyê metirsîdar nîne, lewma hêzên ewlekariyê ew di sîstema RADAR-îTE de bi cih nekirine.

Ozdemîr ev yek bi tundî rexne kir û got, “Bersiva hikumeta eyaletê ji bo mirovên êşkence ji DAÎŞ’ê dîtin û qurbaniyan, bersiveke giran e.”