Kedkarên Şaredariyê yên Şengalê bal kişandin ser xizmetguzariya xwe ya zêdeyî 5 sal in dikin û diyar kirin ku “Rêveberî û xizmetguzariya me besî me ye. Parastina me jî heye. Em bi ti awayî mihtacî kesî nînin.”

Tekildarî mijara xizmetguzariya Şengalê berpisyarên şaredarî û welatiyên Êzdî ji Radyoya Dengê Welat re axivîn.

‘PDK’Ê EM DI NAVA LEPÊN QIRKIRINÊ DE HIŞTIN’

Ji şêniyên Şengalê Berkat Qasim bi bîr xist ku PDK’ê ew di nava lepên qirkirinê de hişt û got, “Her tişt li ber çavan e. Çend hizib hatin vê derê. Me bexçeyek nedît, me rêyek nedît, lê xizmetguzariya me park çêkirin, rêkan çêdikin, ji zarokan re hêlanan çêdikin, bostana çêdikin, av li kampa Zerdeştê gerandin. Tiştê xizmetguzarî gelek baş e. Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de pêşmergeyên KDP’ê berê xwe ji civaka me zîvirandin. Ti alîkarî nekir. Wê demê hikumeta Iraqê jî bi heman rengî tevgeriya. Hêzên HPG’ê û YJA-STAR, YPG û YPJ’ê bi hewara me ve hatin û civaka me ji nav lepê qirkirinê xilas bû. Piştre hêdî hêdî di vê civakê de pêngavên xizmetguzarî destpê kir.

‘XWEDANÊ ŞEHÎD XWEDANÊ BIRYARÊ NE’

Van hêzan em bi rêxistin kirin. Em perwerde kirin. Wê gavê ji me re gotin ku divê hûn bi kêrî xwe werin. Gotin me bingeha dîwar danî divê hûn jî dîwar lê bikin. Em niha kêrî xwe tên. Asayişa me heye, YBŞ, YJŞ’a me heye. Berî fermanê pêşmergeyan digot emê we biparêzin. Wê demê çima dema fermanê de em hiştin û çûn. Madem dibêje ez ê we biparêzim çima zarokê me diçin li Silêmanî û Dihokê karê biloka dikin û ji qata sêyan dikevin, çima napêreze. Em şiyar bûn. Em ne yên beriya 3’yê meha 8’in. Em hatine rêxistinkirin. Em hatine perwerdekirin. Em li ser lingê xwe disekinin. Ev jî mizgîniyeke em ji Serok Apo re dişînîn. Heger em kêrî xwe werin ew rihet dibe. Ev peymana li ser Şengalê nabe. Bê îradeya Şengalê nabe. Ev siyaset ne di berjewendiyê Şengalê de ye. Berjewendiyê hizbê wan e. Em êdî rabûne ser piyan. Me gelek şehîd dan. Xwediyên şehîd xwediyê biryara ne. Ez mala te bêyî te bifroşim kêr nayê. Divê ez ji te bipirsim ez bifroşim an nefroşim? Pêwîste îhtîram bi xelkê Şengalê bikin. Dema em dibêjin Şengal ne tenê Êzidî em ji hemû qewman re dibêjin. Şîa tê de hene, Tirkmen têde hene, Ereb têde hene. Yên ku di Şengalê de qurbanî û şehîd dan ew xwedan biryar in. Şehîdên me şehadeya me ne. Hêzên HPG’ê û YJA-STAR fikir û ramanê Rêber APO anîn û li nav civaka me de dan çandin. Em terka Şengalê nakin. Malê dinyayê bidine min ez naçim li Tirkiyeyê najîm. Ez Şengalî me erk li ser min heye, heqê min heye. Ez çawa erkê xwe bidim, min heqê xwe jî daye. Di dema Sedam de me nedikarî em bêjin ka heqê me. Lê bi saya Rêber APO em perwerde bûn û qehremên weke Mam Zekî ev fikir ji me re anîn û em pê zana kirin. Ji me re gotin bes e şiyar bin, rabin ser piyan. Em rabûn ser piyan û daxwaza heqê xwe dikin.”

‘JI AV, KEHREBE HETA PAQIJKIRINA GUNDAN EM HER KARÎ DIKIN’

Murat Azam berpisyarê giştî yê xizmetguzariyê yê Şengalê diyar kir ku di her alî de ji kehrebê, ji avê û ji pagijiyê bigre ew di nava kar de ne û got: “Ev nêzî penç sal û nîve em vî karê şaredariyê dikin. Berê şaredariyek me hebû ew jî li Zerdeştê bû. Piştre hat Xanesorê. Niha şaredariyên me li Zerdeştê, Xanesor, Digur, Borik, Zorava, Guhbel, Dohla, Şengal, Tilizêr û Sîbayê heye. Ev çend roje şaredariya me xizmeta xwe ya paqijiyê biriye milê Sîba Şêx Xidir. Em ê ji bo vê civakê heta dawiyê ked bidin ku pêwîstiyê bi tu hêzî û tu rêveberiyê nebin. Rêveberiya me û xizmetguzariya me besî me ye. Parastina me jî heye û em bi tu awayî ne mihtaçî kesî ne. Ev penç sal û nîve em xizmeta vî gelî dikin û me ne hiştiye civaka me ne rihet bibe û mihtaç bibin. Ji avê ji kehrebê, ji paqijkirina gundan em di nav hemû karî de ne. Dema malbat ji Başûrê Kurdistanê tên em diçin malê wan dişûn, alîkarî didin ji bo mala xwe ji nû de çêkin. Ger di malê wan de pirsgirêk hebe, em bi kel û pelên xwe yên wekî şefirê, wekî tamîrat em diçin bi wan re dibin alîkar, dema malbatê de zilam nikaribe bi tena xwe jî kar bike em cardin diçin ji bo alîkariyê bikin. Civak ji vê yekê gelek keyfxweş dibe. Xelkê me hemû ji alikariya me razî ye û me bi rê dikin. Kesên tên jî alîkarî didin, tevlî sazî û dezgehên me yên Xweseriya demokratîk dibin. Ji bo malên belangaz jî em hewl didin li gor derfetên xwe alîkariya aborî bidin û em wan wisa neçar nahêlin. Gelek malbatên wisa hene ku em alîkarî didin.”

‘EM DI XIZMETA GELÊ XWE DE NE’

Berpisyarê Şaredariya Digurê Silêman Simoqî da zanîn ku ew li vir di xizmetguzariya gelê xwe de ne û wiha got: “Ev rewşek ne zelal bû. Tiştên tê gotin ne rast e. Rewşa milletê me niha tê re derbas jî dibe hinek zehmet e. Ev penç sal û nîve ku ev şaredarî di aliyê xizmet guzarî de vî gelî bi rê ve dibin. Yên ku gotine li Şengalê şaredarî nîne ne rast dibêjin. Endamên me yên niha kar jî dikin bê heq kar dikin, fedaî kar dikin û di xizmeta gelê xwe de ne. Yên beriya niha bi dewletê re kar dikirin niha di malê xwe de paldayî ne û kar nakin lê heq jî digrin. Niha Sinûn girêdayî dewletê ye û şaredariya wir tu karî nake, rewşa Sinûn niha li berçavan e. Tijî qirêjî ye. Hemû zibal e. Em dixwazin wê şaredariyê bidin gelên me ji bo ku wê derê em paqij bikin. Ev penç sale gundê me ji Xanesor heta Zorava, Şengal, Serdeşt, Sîba Şêx Xidir û gelek cîhan, em ji xelkê xwe re kar dikin. Karekî paqij dikin û em dixwazin berdewam be. Em paqijiya nav bajêr û gundan dikin. Av, kehreb, jenerator û tangê me jî hene. Em avê li xelkê belav dikin. Taybet em bi malên belangaz re alîkarî dikin. Malên ku nu tên wekî xizmetguzarî em erebe dişînîn tangê avê dişînîn û bi wan re dibin alîkar.”

‘ŞENGAL JI BO VEGERÊ GELEKÎ XWEŞ BÛYE’

Jina Êzidî Dayê Meyan diyar kir ku Şengal ji bo vegerê gelek xweş bûye û got: “Ev çar sale em vegeriyane Şengalê. Elhamdulah roj bi roj Şengal pêşde diçe û ji nû ve ava dibe. Kesê vegere Şengalê ji bo wan hemûyan kar li vir heye. Tiştê em bi çavê xwe dibinîn, heftê carekî av ji bo me tê. Kehreb ji hemû malbatan re hatiye kêşan. Kesên bixwazin vegerin gelek rihet dikarin bijîn û kar ji bo wan heye. Niha Şengal gelek baş e. Şengal gelek xweşe ji bo vegerê. Li Şengalê kar heye, av heye, kehrebe heye. Dikarin karê pez, bostana bikin û nan çêkin. Hemû karî dikarin bikin. Jiyana me bixwe jî gelek xweş derbas dibe. Êdî bila Êzidî bi xwe xwe rêve bibin, bes e xwe ji bin destan derxin. Şengal Şengal e. Şengal hatiye rewşekî ku ketiye nav lepên guran. Êdî bila ev hizb destê xwe li ser Şengala me bikşînîn.”