Gerîlayên YJA Starê yên li nava Cenga Heftenînê, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan nirxandin û gotin: “Dijmin bi rêya tecrîta girankirî dixwaze me fêrî jiyanek bê Serok bike, lê belê em ê ti carî jiyanek bê Serok Apo qebûl nekin.”

Ji 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin, serlêdana parêzeran û malbatê jî tê asteng kirin. Gerîlayên YJA Starê tecrîdkirina Ocalan nirxandin.

Gerîlaya YJA Starê Zîlan Devrîm a di nava Cenga Heftenînê de li refên pêş e li ser êrişên dagirkeriyê got, “Dijmin li her deverên Kurdistanê êrîş dike û armanca tine kirina gelê Kurd e. Lewra hebûna gelê Kurd ji bo pergalê wan a faşîst û dagirker tirsekî mezin e.”

‘HETA AZADIYA SEROK APO EM Ê LI BER XWE BIDIN’

Gerîla Devrîm jin ên şoreşger Sara, Leyla û Fîdan bibîr tîne û got: “Dijmin ji bo tinekirina gelê Kurd bi her rengî êriş dike, lê belê tevahiya cîhanê jî dît ku gelê Kurd heye û her tim têkoşîna xwe jî bidomîne. Ti car têkoşîna me ranaweste. Meha ku em di nav de ne di heman demê de meheke têkoşînê ye. Her sê hevrêyên me yên pêşeng; Sara, Leyla û Fîdan li Parîsê hatibûn şehîd kirin. Em wan bibîr tînin û soza me ya tolhildanê em ê bi ser bixînin. Komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo 21 sal li pey xwe hişt û tecrîd her diçe dijwartir dibe. Em, şervanên azadiyê têkoşîna xwe ji her demê xurtir bikin da ku bigihîjin Serokê xwe. Heta dawiya hêza xwe têbikoşin û sala 2020’an Serokê xwe azad bikin, welatek azad diyariyê gelê xwe bikin. Gelê Kurd her tim êşên giran kişandiye, lê em ê têkoşîna xwe mezin bikin û îsal bikin sala azadiya gelê Kurd û azadiya Rêber Apo. Dijmin bi rêya tecrîdê dixwaze, me bêyî Serok Apo bihêle û tine bike, lê em ti carî jiyanek bê Serok qebûl nakin. Bila dijmin baş bizanibe em ê ti carî ranewestin û heta azadiya Serok Apo li ber xwe bidin. Serok Apo her tim di nava dil û jiyana me de ye. Em ê her tim wî bijîn û bidin jiyîn. Soz û biryara me jî ew e ku em ê sala 2020’an bikin sala azadiya Rêber Apo û serketina gelê Kurd. Heta dawî em ê li ber xwe bidin û bibêjin ‘Bijî Serok Apo û Bijî Kurd û Kurdistan’.”

‘EGER JIYANEK HEBE WÊ BI RÊBER APO RE HEBE’

Gerîlayeke din a YJA Starê Sorxwîn Amed li dijî êrîşên dagirkeriyê got: “Em ê ti carî rê nedin dagirkeriyê, eger jiyanek azad hebe wê bi Serok Apo re hebe.”

Gerîla Amed, biryardariya xwe ya di xeta azadiyê de anî ziman û got, “Gerîlayên azadiyê li çiyayên Kurdistanê li hember dagirkeriya dewleta Tirk şerê berxwedanê dimeşîninin. Em ê bi Cenga Heftenînê re dagirkeriyê bişkînin. Çalakiyên me bênavber dewam dikin û artêşa dagirker li hember hêza gerîla nikare li ber xwe bide. Em ê ti carî rê nedin dagirkeriyê. Li hember êrîşên dagirkeriyê di xeta azadiyê de şerê me bênavber dewam dike. Çalakiyên YJA Starê jî bênavber dewam dike. Heta ku em dagirkeriya li ser axa Kurdistanê tine bikin em ê çalakiyên xwe jî dewam bikin. Em baş dizanin ku ev operasyonên ku li her derê Kurdistanê dewam dikin bêguman ji komploya li ser Serok Apo ne qut in. Gelê Kurd rojane komkujiyan re rû birû dimîne em ê jî wek şervanên azadiya Kurdistanê li hember hemû êrîşên dagirkeriyê çalakiyên xwe hîn mezin bikin lewra em ti carî jiyanek bêyî Serok qebûl nakin. Dijmin bi rêya tecrîda girankirî dixwaze me fêrî jiyanek bê Serok bike lê belê em ê ti carî jiyanek bê Serok Apo nejîn. Gerîlayên azadiyê felsefeya jiyana azad ya Rêber Apo pejirandine û di vê xetê de şer dikin bi taybetî jinên Kurd bi birdoziya Rêber Apo li serê çiyayên azad şerekî dîrokî re pêşengtî dikin. Heta bigihîjin Serok Apo çalakiyên xwe xurtir bikin. Rêber Apo di nava vê jiyanê de warên azad ji bona jinan ava kir. Ne tenê ji bona jinên Kurd ji bona jinên cîhanê jî bû hêvî. Ev jî dibe sedem ku em ê pêngavên jiyana azad hîn bi xurtî bavêjin. Soz û îdîaya me ev e ku eger jiyanek hebe wê bi Serok Apo re hebe. Em ê bi vê biryaradariyê sala 2020 an bikin sala azadiya Rêber Apo. Di nava Cenga Heftenînê de her çalakiyekî me serî de ji bo azadiya Serok Apo ye.”

‘JI BO AZADIYA SEROK APO ŞERÊ XWE EM Ê MEZINTIR BIKIN’

Gerîlaya YJA Starê Evîn Dilvîn jî ya li Heftenê got: “Em li Heftenînê li hember dijminê dagirker di nava şerekî dijwar de ne. Heta ku em dagirkeriyê tine nekin ti carî nesekinin û berxwedana me bi dawî nabe. Heta niha me ti carî nehîştiye ku dagirker li ser axa me bijîn, em ê ji vir û şûn ve jî ti carî nehêlin ku dijmin bi rehetî li ser axa me bijîn. Li Heftenînê şerekî dijwar li beramberî dagirkeriyê tê meşandin. Armanca dijmin tinekirina gelê Kurd e, lê belê em gerîlayên HPG’ê û YJA Starê berxwedana xwe dewam bikin. Bi rêya tecrîda li ser Serok Apo dixwazin îradeya gelê Kurd bişkînin, heman demê ji bo ku fikrên Rêber Apo ji me qut bikin bê sînor êrîş dikin. Lê em ê heta dawî li hember vê tecrîdê têkoşîn bikin. Em ê sala 2020’an bikin sala azadiya Rêber Apo û Kurdistanê. Bila dijmin baş bizanibe, ji bo şikandina vê tecrîdê, gelê Kurd û gerîlayên azadiyê jî berxwedana xwe mezintir bikin. Wek gerîlayên YJA Starê şer û çalakiyên xwe dijwartir û xurtir bikin, bersiv bidin dagirkeriyê û em ê teqez bi ser bikevin.”