Saziya Ewlekariya Deryayê ya Endonezyayê ragihand ku keştiya petrolê ya Îranê MT Horse û keştiya petrolê ya Panamayê MT Freya roja Yekşemê li peravên herêma Kalîmantayê hatine tespîtkirin, ji ber ku bersiv nedane hişyariya radyoyê hatine rawestandin.

Rayedaran diyar kirin ku wan dest danîne ser her du keştiyên biyanî û lêpirsîn dewam dike.

Berdevkê saziyê Wîsnû Pramandîta ji AFP’ê re axivî û got, “Personelên keştiyan di lêpirsînê de ne.”

Rayedaran diyar kirin ku personelên keştiyê bi taybetî al danîne ser herdu keştiyan, ji bo neyên tespîtkirin sîstema diyarkirina nasnameyê jî girtine û ketine gumanan ku ji keştiyekê ber bi ya din ve petrola brut hatiye veguhastin.

Îran gelek caran tê sûcdarkirin ku ji bo ji pêkanînên Emerîkayê xwe vegire, bi dizî petrolê difiroşe.

DYE’ye bi rêveberiya Donald Trûmp di meha Cotmehê de li dijî sektora petrolê ya Îranê pêkanînên nû xistibû dewrê.