Yek ji rêberê ciwanên 68’î Ahmet Erdogan li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Erdogan got li dijî faşîzmê divê muxalefet a xwe bike ye.

Yek ji rêberê ciwanên 68’an û qedroyê pêşeng ê THKO’yê Ahmet Erdogan, ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe, li paytexta Swêdê Stockholmê li gel 23 Kurdistaniyan di greva birçîbûnê de ye.

Erdogan 31’ê Gulana 1971’an li Nurhakê li gel Mustafa Yalçiner, Haci Tonak bi birîndarî hate girtin. Erdogan li gel Metîn Gungormuş reviya lê piştî 4 rojan hate girtin. Cezayê heta mirinê danê. 10 salan li girtîgehê me û ev demeke dirêj e li Swêdê dijî.

‘HÊZÊN LI DIJÎ FAŞÎZMÊ DIVÊ WERIN GEL HEV’

Erdogan got li dijî faşîzma AKP-MHP’ê divê hemû hêz a xwe bikin yek, werin ge hev û got, ”Em nikarin eniyê berteng bikin. Divê em muxalefetê komî ser hev bikin û bikin desthilat. Hêzên ku li Enqere, Stenbol û Izmîrê hatin gel hev divê vê domdar bikin. Heta ku faşîzma AKP-MHP’ê were cehimandin dive ev yekîtî bidome.”

Erdogan got AKP-MHP polîtîkayeke emperyal dikin, ji nakokiyên nav dewletan sûd werdgirin û got, ”Ji bo vê Cerablûs, Ezaz û Efrîn dagir kir. A ku Tirkiye kirî nav krîza aborî jî şerê AKP’ê yê dijî Kurd e. Tim balafiran radike û Kurdistanê bombe dike. Ew hêz Tirkiyê tine ku şer fînanse bike. Lê azweriya Erdogan a emperyal, xalîfebûnê û kirina rêbertiyê ya ji Misilmanan re, ji hêza wî ya aborî zêdetir e. Erdogan tam maceraperest e. Dişibe Enwer Paşayê Îttîhat û Terakkiyê.”

‘Ê KU DAÎŞ’Ê RÊ VE DIBE DEWLETA TIRK E’

Li ser têkiliyên DAÎŞ’ê û Tirkiyê jî Ahmet Erdogan got, ”Ê ku DAÎŞ’ê rê ve dibe rasterast dewleta Tirk e. Li gel ku têk çûye jî, hê jî berevaniyê li DAÎŞ’ê dike. Hesab dike bê ka ew ê çawa alîkariyê bide DAÎŞ’ê ya ku radestî hêzên Kurd bûye. Meleke wan ê berevaniyê ye. Ji ber ku ya ku ew berdane nav qadê faşîzma Tirkiyê bû. Ji bo armancên xwe yên emperyal destek da DAÎŞ’ê. Dema ku Efrîn dagir kirî jî ji artêşa Tirk zêdetir OSO bi kar anî.”

Erdogan got hêzên paşverû yên cîhanê bi lîstikan dixwazin pergala demokratîk a Rojaav têk bibin, divê destûra vî tiştî neyê dayîn û li kesê li dijî mêtingeriyê ye divê li dijî êrîşên li ser Rojava derkevin, bang kir ku hemû hêzên pêşverû û şoreşger li pişt Rojava bisekinin.