Li gorî nûçeya ANF’ê; dewleta tirk ji duh ve 9 caran bombeyên qedexekirî û 11 caran jî çekên kîmyewî bi kar anîn. 


Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê bênavber didomin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), dewleta tirk di 29’ê cotmehê de 9 caran bi bombeyên qedexekirî û 11 caran jî bi çekên kîmyewî êrişî herêmên navborî kir.