Edîtorê beşa Erebî ya ajansa ROJNEWSyê Silêman Mihemed Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê.

Silêman roja 25ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin. Ev 6 rojin tu xeber ji Silêman Mihemed tuneye.

Mihemed nêzî 5 salin di beşa Erebî ya ajansê edîtoriyê dike.

Dayika Silêman, Sultana Ehmed got, kurê wê hatiye revandin.

Dayê Sultan bang li hemû ailyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di zûtirîn demê de çarenûsa kurê wê eşkere bikin.

Piştî ku hat ragihandin rojnamevan Silêman Mihemed Ehmed ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye revandin, gelek sazî û sendîkayên rojnamevanan her wiha siyasetmedaran bûyer şermezar kirin û daxwaza eşkerekirina çarenûsa Silêman Mihemed ji PDK’ê kirin.