Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê ragihand ku ew bi hemû hêza xwe tevlî pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibin û destnîşan kir ku jiyan û siberoja azad a li Êzidxanê û Kurdistanê bi fikir û felsefeya Ocalan pêkane.

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê têkildarî pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de işaret bi girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Êzidiyan û tevahiya gelên Kurdistanê û herêmê hate kirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Wek tê zanîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di encama komployek navdewletî de û bi metodên dermirovî di 15’ê Sibata 1999’an de dîl hat girtin. Ya rastî êrîşên li ser Rêber Apo di 9’ê Cotmeha 1998’an de hatibûn destpêkirin û dîlgirtin û radestkirina wî ji bo Tirkiyê bi awayekî korsanwarî, derhuquqî û li dijî hemû pîvanên mafê mirovan pêk hat. Bi êrîş û dîlgirtina Ocalan re dikare were gotin ku şerê Sêyemîn ê Cîhanê hat destpêkirin.

Bi êriş û komploya ku li hember Ocalan hat pêkanîn û bi esareta ku heya roja me didome, êriş, komplo û esaret li hemberî tevahiya Rojhilata Navîn, çarenûsa gelan, azadî, demokrasî û jiyana hevbeş ket meriyetê. Li gorî hêzên hegemonîk, desthilatdar, emperyal û paşverû, Ocalan û Tevgera Azadiya Gelê Kurd, li pêşiya siyaseta wan a ji nû ve dizaynkirina Rojhilata Navîn asteg bûn. Ji ber ku dizaynkirina herêmê di ser dizaynkirina Kurdistanê re pêkan bû, hêzên hegemonîk, pêwistî pê dîtin ku hêza sereke ya gelê Kurd û rêberê wê, ku jiyanek azad, wekhev û di nava aştiyê de ji bo hemû gelên li herêmê ji xwe re kirine armanc, bê tasfiyekirin û bê bandorkirin. 

Hemû hişyarî û pêşniyarên Ocalan, yên pêşîgirtina vê siyaseta li ser gelan, ji aliyê hêzên desthilatdar yên li herêmê ji nedîtî ve hatin. Ne tenê desthilatdarên li herêmê her weha hêzên demokrat û pêşverû jî, hişyarî û bangên Ocalan û Tevgera Azadiya Gelê Kurd nebirin xwe û bi erka xwe ranebûn. Li aliyekî hewldan û kiryarên têkbirina îradeya azad a Ocalan, li aliyê din jî xûrtkirin û gurkirina şerê li tevahiya li herêmê. 

Ji wê demê heya niha, bi sedhezaran kes hatin kuştin, bi milyonan kes ji cih û warê xwe qut bûn û wêraniyek mezin bi ser herêmê de hat. Gel, netew, civak û bawerî ji hevdû re kirin neyar û bingeha jiyana hevbeş ji holê hat rakirin. Tevî hemû tecrît, êriş û şerê psîkolojîk ê li Îmraliyê û bêderfetiya heyî jî, Ocalan  ket nav hewldana ku perspektîf û hişyariyên xwe bigihînê Tevgera Azadiyê û gelan. Heke bang û hişyariyên Rêber Apo wekî tê xwestin li ber çav bihatana girtin û pêk bihatina, rewş wê ne wek a îro bûya.  

‘EGER GUH BIDAN BANG Û HIŞYARIYÊN OCALAN, WÊ LI ŞENGALÊ KOMKUJÎ Û QIRKIRIN NEBÛYA’

Wek civaka Êzîdî û pêşengê wê, em jî li gorî hişyarî û bangên Ocalan ên derbarê xeterî û metirsiya li ser Şengalê tevnegeriyan û me rêbazê parastina civaka xwe neafirindin û bi cih neanîn. Eger me li gora hişyariyên Ocalan siyaset kiribûya û mekanîzmeya parastinê bêxista dewrê, wê pêşiya komkujiyên 14’ê Tebaxa 2007’an li Sîba Şêx Xidir û Til Izêr û jenosîda 3’ê Tebaxa 2014’an a Şengalê bihata girtin. Ji ber ku beriya 14’ê Tebaxa 2007’an û 3’ê Tebaxa 2014’an Ocalan bal kişandibû ser xeteriya li Şengalê û civaka Êzîdî û gotibû divê civaka Êzîdî xwe biparêze. 

‘BI DÎLGIRTINA OCALAN RE DAÎŞ Û DÎKTATOR ERDOGAN HATIN BIHÊZKIRIN’

Di encama siyaseta hêzên hegemonîk û emperyal de ku bi dîlgirtina Ocalan re, li Rojhilata Navîn kirin meriyetê, hêzên herî faşîst û hov yên sadsala 21’an hatin afirandin û rê ji wan re hat vekirin. DAÎŞ hemû hêzên terorîst ên li herêmê û dîktator Erdogan di encama vê siyasetê de derketin û bi hêz bûn. Encama vê siyaseta xelet, ne tenê bandora xwe li herêmê kir, ev siyaseta qirêj bûn bomba û teqîn li gelek navendê welatên rojavayî jî. Bi sedan kesê Ewropî bûn qurbaniyê siyaseta şaş û xelet a desthilatdaran xwe. Bi milyonan qurbaniyên ji Rojhilata Navîn, ji ber vê siyaseta xelet îro ji neçarî berê xwe dane dinyayê û van welatan bicih bûne.  

‘JIYANA AZAD Û HEVBEŞ A GELAN NIHA TENÊ LI ŞENGALÊ Û BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ HEYE’

Di nava van 22 salên dawî de, tevî şerê li Rojhilata Navîn, tecrîd û esareta ku Ocalan di nav de ye jî, mirov dikare bêje ku tenê li cih û herêmên ku Tevgera Azadiya Gelê Kurd a ku xwe bi raman û felsefeya wî birêxistin kiriye, jiyana hevbeş a li ser hîmê azadî, wekhevî û demokrasiyê tê jiyîn. Îro li tevahiya Rojhilata Navîn, tevî hemû êrişên Dewleta Tirk, DAÎŞ, hêzên paşverû yên li herêmê û hêzên hegemonîk jî, tenê gel û bawerî li Bakur-Rojhilatê-Sûriyê û Şengalê bi hev re di nav avakirina jiyanek azad û hevbeş de ne. 

‘KOORDÎNASYONA CIVAKA ÊZIDÎ YA LI EWROPAYÊ BI HEMÛ HÊZA XWE TEVLÎ PÊNGAVA JI BO AZADIYA OCALAN DIBE’

Ji bo avakirina jiyana hevbeş li tevahiya Rojhilata Navîn û Kurdistanê, divê demildest dawî li tecrîd û dîlgirtina Ocalan bê anîn. Heya Rêber Apo dîlgirtî be, wê hêviya jiyana azad, wekhev û demokrasiyê jî dîlgirtî be. Li ser vî esasî, em wek Koordînasyona Civaka Êzîdî li Ewropayê, kampanya û pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Ocalan bi wate û nirx dibînin û bi hemû hêza xwe tevlî dibin. Ev berpirsyariya me ya dîrokî li hember hemû cangoriyên Êzîdxan, Kurdistan, mirovahiyê, qurbaniyên 73 fermana ye. Wek Koordînasyon û civak bi taybetî jî rexnedayîna me ya li hember hemû qurbaniyên 14’ê Tebaxa 2007’an, 3’ê Tebaxa 2014’an, Mam Zekî Şengalî, Fermandar Zerdeşt Şengalî, Şervan Cîlo, Hemîd û Êzdîn hemû cangoriyên Xweseriya Şengalê ye.

Bi serketina pêngava azadiya Ocalan û bi dawîanîne dîlgirtin û tecrîda li ser wî û bicihkirina raman û felsefeya wî, wê jiyanek û siberojek azad li Kurdistan û Êzîdxanê pêkan be. 

Di vê çarçoveyê de em bangî tevahiya civaka Êzîdî, hemû Kurdistanî û dostên wan dikin ku tevlî pêngava azadiya Ocalan bibin û pêşî li hişmendiya qirker, faşîst û nijadperest bigrin. Azadiya Ocalan wê rê li pêşiya mirina bi milyonan kesî bigre û nehêlê ku tiştê di şerê yekemîn û duyemîn ê cîhanê de hatî serê mirovahiyê carek din dubare bibe.”