Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari diyar kir ku dîlên azadiyê yên li Girtîgeha Xarpetê ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger li hucreyan tên girtin û got, Girtîgeha Xarpetê bûye cihê êşkenceyê

Greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 95 roj li pey xwe hişt. Çalakiya girtiyên siyasî ku di 16’ê Kanûnê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn di roja 56’an de ye. Li girtîgehan niha 291 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Rewşa girtiyên li Girtîgeha Xarpetê her ku diçe xerab dibe û girtiyên li Xarpetê tevî ku di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne di hucreyên yek kesî de tên girtin.

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari ji bo girtîgehê lêkolînê bike çû girtîgeha Xarpetê. Farisogûllari, rewşa girtîgehê û binpêkirina mafan ên li Xarpetê nirxand û diyar kir ku Girtîgeha Xarpetê veguheriye wargeha êşkenceyê.

‘ÇALAKGER DI HUCREYAN DE TÊN GIRTIN’

Farisogûllari bi bîr xist ku Leyla Guven 95 roj in di grevê de ye, li girtîgehan û li gelek deverên cîhanê bi sedan mirov bi heman daxwazê ketine greva birçîbûnê û wiha axivî: “Tekane daxwaza girtiyên siyasî, siyasetmedar û welatiyan ew e ku tecrîdkirina rêzdar Ocalan bi dawî bibe. Li girtiyên azadiyê yên li Girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê ketine greva birçîbûnê zext tê kirin û girtî di hucreyan tên girtin. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Hejmar 2 a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê ye. Li vir êşkenceya derûnî û fîzîkî tê kirin. Mirov dikare bêje ji bo ku girtî jiyana xwe ji dest bidin avêtine hucreyan. Girtîgeha Xarpetê weke girtîgehek pîlot hatiye nîşankirin. Di heman demê de ev girtîgeh bûye cihê êşkenceyê.”

LI XARPETÊ ÇI DIQEWIM E?

Farisogûllari anî ziman ku li Xarpetê di asta herî bilind de mafên mirovan tên binpêkirin û wiha pê de çû: “Rewşa tenduristiyê ya girtiyan her diçe xerab dibe. Ji bo ku em li girtîgehê lêkolînan bikin bi hevala xwe ya wekîl Salîha Aydenîz re em çûn herêmê. Dema ku em çûn girtgîhê em destpêkê rastî benda jendermeyan hatin û jendermeyan em li benda xwe dan rawestandin. Piştî ku me xwest em bi midûr û rayedarên girtîgehê re hevdîtin bikin gotin, divê em agahiyê bidin midûrê girtîgehê. Piştî demek agahî hat û rayedarên girtîgehê got, ’em naxwazin hevdîtinê bikin’. Ji ber vê helwestê em ketin nava fikaran. Gelo li Girtîgeha Xarpetê çi diqewîme? Tişa dixwazin ji raya giştî veşêrin çiye? Em di vir de baş fêm dikin ku tiştên ji me tên veşartin li Xarpetê diqewimin. Ji ber vê yekê me xwest bi serdozgerê dewletê yê Xarpetê re hevdîtin bikin. Bi rêya telefonê me xwest pê re biaxivin, lê belê bersiva telefonên me neda. Piştre em çûn dadgehê û ji me re gotin ku serdozger ne li bajêr e.”

‘JI BO KURDAN HIQÛQ XITIMIYE’

Farisogûllari da zanîn ku dema mijar dibe Kurd hemû rêyên hiqûqê tên girtin û ev tişt got: “Ji bo Kurdan hiqûqa Tirkiyeyê xitimiye û li girtîgehan Kurd rastî mirinê tên hiştin. Dozger, dadger, rêveberî, siyasetmedar û desthilatdariya vî welatî bi dijminahiyek kûr nêzî gelê Kurd dibe. Bi civîna MGK’ê ya 2014’an re li hemberî Kurdan biryara şer girtin û niha jî yek bi yek vê biryarê bi cih tînin. Bi polîtîkayên şer dixwazin Kurd li hemberî wan serê xwe bitewînin. Ev 40 sal in Kurd bi ruhê berxwedanê li hember hemû polîtîkayên şer li ber xwe didin. Ji niha û pê ve jî Kurd wê li hemberî vê desthilatdariya faşîst a AKP/MHP’ê serî netewîne.”

‘TECRÎD LI ROJHILATA NAVÎN BELAV BÛYE’

Farisogûllari di dewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Tecrîd bi rêk û pêk li Îmraliyê dest pê kiriye û li Rojhilata Navîn berbelav bûye. Îro li ser siyaseta demokratîk, jinan, zarokan, ciwan û civakan tecrîd heye. Helwesta 300 girtî û hevrêyên me yên din ku bi qîrîna rêzdar Leyla Guven dest pê kir, bi biryar e. Bi rojan e hewl tê dayîn ku mirov ji vê qîrînê re bibin deng, lê tekane muxatabê vê desthilatdarî û wezareta dadê ye. Deng ji wan dernakeve. Eger encamên nebaş çêbibin berpisyarê vê yekê desthilatdariya siyasî û meclîs e.”