Fîlmê ‘Ji bo azadiyê’ yê li ser berxwedana Sûrê, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê hate nîşandan.

Komuna Fîlmê Rojava li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo fîlmê ‘Ji bo azadiyê’ nîşan da. Fîlmê ku qala berxwedana li navçeya Sûrê ya Amedê dike, pêr li Rimêlanê li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran hatibû nîşandan.

Fîlmê ku Ersîn Çelîk derhêneriya wê kir, li Kobanê hate kişandin. Fîlm di destpêkê de li festîvaleke sînema ya navneteweyî ya li Hindistanê hatibû nîşandan.