Dewleta Tirk ku li gelek herêmên Kurdistanê sivîlan qetil dikin, ji bo SÎHA û fuzeyên wê hevkariyê bi gelek fîrmayên rojavayî re dike. Di hevkariya dewleta Tirk de 5 fîrmayên rojavayî derdikevin pêş.

Balafirên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) ku ji aliyê şîrketên malbatî û alîgirên rejîma Erdogan ve tên çêkirin, heta niha li Bakur, Bşaûr û Rojavayê Kurdistanê bi dehan caran komkujî li sivîlên Kurdan kirin. Welatên rojavayî jî hem li pêşberî van komkujiyên ku dewleta Tirk dike bêdeng dimînin, hem jî hevkariyê ji çêkirina SÎHA’yan re dikin.

Nûçegihanên ANF’ê yên Başûrê Kurdistanê beriya çend rojan xwe gihandin hin ji parçeyên roketên ji SÎHA’yan hatibûn avêtin û dîmenê wan kişandibûn. Pisporan wêneyên van roketên bi tîpa MAM-C û MAM-L lêkolîn kirin û li ser hilberîna van roketan agahiyên girîng dan. Her wiha hikumeta bi serokwezaretiya Angela Merkel çend roj berê ragihandibû ku di nava 10 salan de firotina 33 amûrên leşkerî ji bo rejîma Enqereyê hatiye pejirandin, ku amûrên navborî ji bo çêkirin û bikaranîna SÎHA’yan tên bikaranîn.

Hem ji daneyên hikumeta Elman hem jî ji lêkolîna ANF’ê eşkere dibe, ku di hilberandina fuze û roketên SÎHA’yan de 5 fîrmayên rojavayî derdikevin pêş. Vaye hevkariya fîrmayên Elmany, Îngilistanê û DYE’yê ya bi sûcê dewleta Tirk re:

WESCAM: Kamera bêguman teknolojiya herî girîng a balafirên bêmirov ên biçek û bêçek in. Şîrketên Bayraktar û TAÎ yên ku SÎHA û ÎHA ji bo rejîma Erdogan çêdikin, kamerayên elektro optîk (EO) û (ÎR) ên Wescam a Kanadayî bi kar tînin. Cotmeha sala 2019’an dema ku dewleta Tirk dest bi êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava kir, Kanadayê biryara ambargoya çekan danî ser rejîma Enqereyê. Lê belê mehên Gulan û Hezîranê di encama bazariya bi rêveberiya Kanadayê re ambargo hat rakirin û Wescamê dest bi firotina kamera û amûrên xwe yên optîk ji bo dewleta Tirk kir. Wescamê kamerayên xwe yên herî pêşketî “MX-15D” û “CMX-15D” xist xizmeta dewleta Tirk.

TDW: TDW şaxê Elmanyayê yê şîrketa MBDA ye ku fîrmayeke Ewropî ya sîstema fuzeyan çêdike û şirîkên xwe yên Fransa û Îtalya hene. TDW karê çêkirina fuzeyên OMTAS’ê yên SÎHA’yê dike. OMTAS ku weke fuzeya tanksavarê hatiye amadekirin, bi sîstema ‘serikê şer ê tandemê’ re ku ji aliyê TDW ve hatiye çêkirin, ji bo SÎHA yên artêşa Tirk jî tê bikaranîn.  TDW ku ji bo hilberandina fuzeyên OMTAS’ê dibe ku alîkar, ku bi qasî 4 kîlometreyan diçe, di hedefa saziyên navneteweyî yên dijî şer de ye. TDW ku navenda wê li bajarê Schrobenhaûsen ê Eyaleta Bavyera ye, mafê lîsansê yê serikên fuzeyên amade dike, bi hêsanî dide fîrmayên biyanî. Tirkiye jî yek ji welatên sereke ye ku mafê lîsansê jê re hatiye dayin.

ÛTAS: UTC Aerospace Systems (UTAS) weke şaxekî şîrketa hewakariyê ya DYE’yê Collins Aerospace di sala 2012’an de ava bû. ÛTAS li Tirkiyeyê di serî de li qada Rêyên Hewayî xwedî gelek razemeniyan e. ÛTAS teknolojiya “Inertial Navigation System” hildiberîne. Di vê teknolojiyê de bi bikaranîna sensoran, cihê wesayiteke diçe tê tespîtkirin. Ev teknolojî yek ji teknolojiyên sereke yên SÎHA’yan e. Li gorî lêkolîna ANF’ê, fîrmaya ÛTAS’ê ji bo roketên MAM-L û MAM-C ên SÎHA yên Tirk, teknolojiya lazerê ya roketan çêdike. Dewleta Tirk SÎHA’yên xwe bi taybetî li Rojava û Başûrê Kurdistanê li dijî wesayitan û sivîlên tevdigerên bi kar tîne, ku GPS û sîstema ÛTAS’ê di vir de roleke krîtîk dilîze.

CONTÎNENTAL MOTORS: Şîrketên “Thielert Aircraft Engines GmbH” û “Continental Aerospace Technologies GmbH” ên Elman li hev kom bûn û sala 2013’an bi navê Contînental Motors fîrmayek ava kirin. Taybetmendiya bingehîn a fîrmayê ew e ku ji bo balafirên biçûk motoran amade bike. Fîrmaya Contînental Motors ji bo balafirên bêmirov ên “Bayraktar TB2” motorên dîzel ên bi navê “Continental CD 155” ji bo Anka-S jî motorên “PD155” çêdike.

NÛMERÎCS SOTWARE GMBH: Fîrmaya Numerics Software GmbH ku navenda wê li bajarokê Petershaûsen ê li nêzî bajarê Munchenê ye, ji bo bernameya roketên ji balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk tên avêtin, alîkariya hilberînê dike. Li gorî daneyên Wezareta Aborî û Enerjiyê ya Elman di sala 2008’an de ji bo 2 peymanan, sala 2011’an peyamek û sala 2013’an jî 2 peymanên Numerics Software GmbH  ên bi dewleta Tirk re hate pejirandin.