QAMIŞLO – Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif di duyemîn Kongreya Ciwanên Rojava de axivî. Foza Yûsif got: “Şerekê ne leşkerî li hemberî me tê meşandin. Ev şer taybet û bîrdozî ye, pêwîste em ji pişpereya vî şer nas bikin û li hemberî wê şer bikin.”

Foza Yûsif her wiha got “Her kes dizane ku em xwedî projeyeke niştimanî ne, hin dewletên cîran li hemberî azadiya gelan disekinin. Ji ber ku projeya me wekî xeteriyekê li ser projeyên xwe dibîne bi taybet dewleta Tirk û rêjîma Sûriyê. Ji ber vê em dibînin ku gelek dewletên mêtînger di nava nakokiyan de ne, lê li hemberî projeyên me dibin yek.”

Foza her wiha anî ziman ku şerekî veşartî ji aliyê gelek aliyan ve li hemberî gelên herêmê tê meşandin û wiha domand: “Li ser vê yekê em dikarin gelek mînakan bêjin, wekî kuştina Şêx Beşîr El-Hiwêdî li Reqayê, beriya wî Umer Elûş, her wiha hewldana kuştina Şêx Îbrahîm El-Hesen El-Tirkmanî, ji bo vê yekê divê têgihiştin û nirxandineke me li ser van êrîşan hebin da ku karibin bersiva wan bidin.”

Foza got, Tirkiyê, rêjîma Sûriyê û îstîxbarata navdewletî li pey vê hêza veşartî ne, armanca wan ew e ku aramî û ewlehiya herêmê bikin hedef û tevliheviyê di navbera pêkhatiyên herêmê de derxînin û wiha pêde çû: “Kesên ku Îbrahîm El-Hesen û Umer Elûş kirin hedef heman kesên ku Şêx Beşîr El-Hiwêdî kirin hedef û li hemberî rêveberiya me ya xweser û sivîl û hêzên me yên leşkerî ku herêmên me diparêzin û rizgar dikin propogendayên reşkirinê dikin, lê mixabin hin kesin hene rastiya vê yekê nizanin.”

Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Foza Yûsif di dawiya axaftina xwe de got: “Li ser vê esasê divê ciwan li hemberî van kiryar û sûcan xwedî hewlset bikin.”