Wezîrê Karê Hundir Gerald Darmanîn, di daxuyaniya xwe ya li Komîsyona Qanûna Meclîsa Netewî de ragihand ku wê Buzkurt ên rêxistinên sûc ên Tirk ên nîjatperest li Desteya Wezîran a roja Çarşemê betal bikin.

Piştî ku Serokkomarê Tirk Erdogan Fransa kir hedef û şûnde û dest bi heqaretan kir, di hefteya borî de komên Tirk ên nîjatperest li herêma Lyon dest bi nêçîra Ermeniyan kirin, heman demê bîrdariya Qirkirinê ya Ermenî û navenda Ermeniyan texrîb kiribûn. Li ser van bîrdariyan komên nîjatperest nivîsên ‘RTE’ û ‘Loûps Grîs’ (bozkurt) nivîsandibûn.

Her ku êrîşên komên nîjatperest zêde bûn, dengên ji bo betalkirina wan jî zêde bûn.

Bozkurtê ku mîna pêkanîneke ya dewleta kûr a Tirk kar dike, îro jî bi domdar mîna tehdîdên rêxistineke sûc a peremilîter a dewleta Tirk e.

Ev pêkanîna Tirkî ya nîjatperest ku bi taybet li Elmanya û Avûstûryayê xwe bi rêxistin dikin, tovika vê rêxistinê ya li Fransayê jî li herêma Lyonê ye.

Bi hatina ser desthilatê ya koalîsyona AKP-MHP’ê re ev pêkanînên tetîkkêş zêdetir aktîf bûn.