Ev demeke li Zînî Wertê nakokîyek çêbûye, derbarê rewşê de nirxandinên cûda têne kirin.

Meha bihurî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hejmarek pêşmerge şandin Zînî Wertê, li wê derê baregih û cihên xwe çêkirin. Her wiha ew hêz dan diyarkirin ku ji ber parastina wê navçeya ser sinor, di çarçoveya tedbîrên ewlekariyê ya ji bo tekoşîna li dijî belavbûna vîrûsa koronayê li wê navçeyê hatine bicihkirin.

Weke tê zanîn li sinorê Zînî Wertê hêzên PKK’ê hene ku ev demeke dirêje wê navçeyê diparêzin. Ji ber wê komek ji gerîlayên HPG’ê ji bo zanîna mijarê û nirxandinê diçine li gel wan hêzên bi gûman yên ku li wir bi cih bûne. Weke Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bal dikişînin li ser vê ew koma gerîlayên sê kesî bi armanca nirxandinkirinê çûne li gel wê hêzê, ji wan re ragihadine ku mayîna pêşmergeyan ya li vê navçeyê ne dicihdeye divê bêne vekişandin.

KCK di daxuyaniyê de îşaret bi vê kiriye, li wê navçeyê ti baregihekî nîne ku ew kom jî ji bo rewanekirina armaca wê hêzê têbigihe li nêzîkî wê navçeyê dimîne. Piştî derbasbûna rojekî ya li ser wê bûyerê re balafirên şer ên Tirkiyê cihê wan gerîlayan eşkere dike, bi balefiran wan şehîd dikin.

Di encama lêkolîn û lêgerîna li ser vê mijarê KCK’ê di daxuyaniyekê de PDK’ê sûcbariya îxbarkirina li gel Tirkiyê sûcbar dike, her wiha şehîdxistina wan her sê gerîlayan jî dixe sitûyê PDK’ê.

Li vir jî Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistan (YNK) bi serokatiya Lahûr Şêx Cengî li ser vê mijarê civînek li dardixe û encama civînê jî bi daxuyaniyekê belavkir û têde dibêje: “Heta niha me xwe girtiye, daxwaz ji serokatiya herêmê dikin ku bi lez biryara vekişîna hêzên Zînî Wertê bide.”

Li vir YNK Mesrûr Barzanî sûcbar dike, ji ber ku rayedar hemû hêzên pêşmergeyane û divê wê hêza ku şandine navçeyê vekişîne. Her wiha daxwaz ji PKK’ê jî dike ku xwe ji navçeyê dûr bigirin hêzê neşînin ku Zînî Wertê jî radestî asayîşa navçeyê bike.

Tevgera Goran jî bi heman awayî ji bo aramiya rewşê daxwaz ji aliyan kir ku civînekê bikin ji van helwestên ne zelal li ber çavan bêne ronîkirin, daxwaz ji PKK’ê jî kir ku rolê aramîkirinê bigrin û vê mijarê di van demên giran de çareser bikin.

Di demekê de ye ku YNK, Tevgera Goran, KCK û gelek ji aliyan di nava hewldanên têgihiştina mijarê dene, dixwazin pêşiya şer bigrin.

PDK’ê jî bi daxuyaniyekê bersiva tohmetan dide lê belê bi destê xwe wê yekê dike belgeyekî dijî xwe. Destpêkê partiyekî Kurdî wek kom an taximekî berevajî hikumeta herêm pênase dike û piştre jî PKK’ê tohmetbar dike ku xaka Başûr dagir kiriye û nahêle ku ku xizmetgozarî bigihîje wan gundên ku di herêma lê dimîne. Ji aliyê din ve jî dibêje şerê PKK bi Tirkiyê re heye û pêwîste xwe ji herêma Kurdistanê dûr bigire û şer nexe nav mala Başûr!

Ya ku ji PDK’ê dihate xwestin ew e ku destpêkê YNK û aliyên din guhdar bikira û piştre ev tohmetane bi belge û bi şêwazekî fermî red bikira. Her wiha rastiya armanca şandina wê hêzê eşkere bikira. Lê weke her car zimanê gefê bikar anî, tu aliyekê guhdar nekir û xeletiyên xwe domandin.

PDK’ê bi alîkariya Tirkiyê heta niha di nav hewldanê de ye. Lê vê carê ji bo PDK’ê rewşekî wisa derket ku ne li bendê bû, ji ber ku aliyên din bi tundî li dijî derketin û lîstokên wê yên qirêj eşkere bû.