Li hemberî hewldana PDK’ê ya ku dixwaze têkeve Şengalê, Rêveberiya Xweser a Şengalê berxwedana gelê Şengalê silav kir. Rêveberiya Xweser diyar kir wê bibin kabûsa kesên ku îradeya gel nas nakin.

PDK hilbijartinên Iraqê ji xwe re dike hincet û ji 2’ê Cotmehê vir ve dixwaze têkeve Şengalê.

Li gorî rayedarên Şengalê PDK dixwaze peymana di 9’ê Cotmeha 2020’an de ya di navbera Hewlêr û Bexdayê pêk bîne. Di vê çarçoveyê de PDK dixwaze têkeve navenda Şengalê û baregehekê ava bike.

Gelê Şengalê ji 2’ê Cotmehê û vir ve li ser pêyan in. Di destê sibehê de li herêma Şengalê tevgereke awarte çêbû. Gelê Şengalê bi qefleyan berê xwe da asayîş û meclîsên gel.

PDK’ê li nêzî Şengalê amadekariyeke mezin a leşkerî kiriye lê li hemberî berxwedana gel hê bi pêş ve gav neavêtiye.

Rêveberiya Xweser a Şengalê berxwedana gel silav kir û ji bo plana PDK’ê pûç bike, şev û roj di berxwedanê de ne.

Rêveberiya Xweser bi girseyî daxuyaniyek da çapemeniyê û bal kişand ser vî tiştî ku ew ê plana ku îradeya Şengalê tê de tuneye, bi tu awayî qebûl nekin.

Rêveberiya Xweser got “Bi fermanê nekarîn gelê me tune bikin, niha jî bi lîstikên siyasî dixwazin vî tiştî bikin. Gelê me divê li hemberî vê siyaseta qirêj hişyar be. Kî dibe bila bibe em ê destûrê nedin van kesên ku li ser gelê me planên wan ên qirêj hene. Li Şengalê em ê plana derveyî îradeya gelê xwe qebûl nekin. Heke wê tiştek pêk were, wê ev tişt bi îradeya gel pêk were. Çi hikumeta Iraqê û çi jî hêzeke din kî li derveyî îradeya gelê Şengalê biryarekê bistîne, wê gel vî tiştî pûç bike. Êrişên îro dûmahîka peymana 9’ê Cotmehê ye. Bi peymana 9’ê Cotmehê îradeya Şengalê nas nekirin. Em careke din diyar dikin, yên ku îradeya gel nas nakin em jî wan nas nakin. Îro li Şengalê di her malbatekê de şehîdek heye. Di her malbatê de kesek heye ku di destê DAÎŞ’ê de dîl e. Kesên bûne sedema vî tiştî dixwazin têkevin Şengalê. Careke din dixwazin îxanetê li gelê me bikin. Em ji vir bersivê didin wan. Heke li Şengalê hûn li derveyî îradeya gel tiştekî bikin, em ê bibin kabûsa we. Bijî berxwedana gelê Şengalê.”