Di 25’ê Tîrmehê de Gerîlayên Azadiya Kurdistanê derb li helîkopterek a artêşa Tirk a dagirker ku hewl didia hêzên xwe deyne Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, xist.

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayan ya 25’ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî pêkaniyî belav kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên derbarê çalakiyê de bi daxuyaniyekê belavkiribû û wiha ragihandibû:

“25’ê Tîrmehê ji saet 00:15 heta 03:00 artêşa Tirk a dagirker hewl da bi helîkopteran hêzên xwe dayne Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî. Hêzên me 15 caran dest li van helîkopteran werdan, derb li helîkoptereke Skorsky xistin. Helîkoptera ku derb xwar, bêyî ku hêzên xwe li qadê dayne neçar ma ji qadê biçe.”