Gerîla TV dîmenê çalakiyeke sabotajê weşand ku li Xakurkê li dijî artêşa Tirk a dagirker hatibû kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahiyên bi kîtekît dabûn:

“Li herêma Xakurkê, 9’ê Tebaxê li qada Girê Şehîd Qehreman li hemberî dagirkerên ku derketibûn operasyonê û dixwestin bikevin çeperê 2 caran bi taktîka sabotajê çalakî hate kirin û 2 dagirker birîndar bûn.

Saet di 16:00 de li dijî dagirkeran careke din bi sabotajê çalakî hate kirin û dagirkerek hate cezakirin. Di encama çalakiyan de dagirkerên ku derb xwarin bi rengekî bêencam ji operasyonê vekişiyan.

HPG’ê gotibû
Ev çalakî ji aliyê hêzên YJA Starê ve hate kirin, dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn, ji bo bîranîna fermandarê me yê nemir Egîd Garzan hate kirin. Egîd Garzan dema bi erka Fermandariya Eyaleta Xakurkê radibû di 11’ê Tebaxa 2020’an de şehîd bû.”

Hûn dikarin ji navnîşana https://gerilla.tv/ dîmenan temaşe bikin.