Girtiyên li Girtîgeha Eskîşehîr Tîpe H, ketine greva birçîbûnê û diyar kirin ku riya xelasiya ji krîzan, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd e.

Girtiyan got;3 sal in agahî ji Rêber Apo nayên girtin. Ev rewş veguheriye metirsîna li ser jiyanê. Tevî vê yekê jî bi israr tê domandin. CPT û saziyên din yê têkildar jî bi bêdengiya xwe dibin hevpaêrn vî sucî.

Tecrîda li Îmraliyê û neçareserkirina pirsgirêka kurd, welêt ber bi krîzên mezin ve biriye. Domandina şer, rê li ber kûrbûna krîzê vedike. Yekane riya xelasiya ji vê krîzê, rakirina tecrîda li Îmraliyê ye, azadiya fîzîkî ya Rêebr Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi riyên siyasî ye.

Em weke girtiyên PKK’î yên li Girtîgeha Eskîşehîr, Tîpa H, vê pergala tecrîd û îşkenceya li Rêbertî û gelê me tê ferzkirin qebûl nakin. Rêbertiya me, sedema jiyana me ye. Em, azadiya Rêbertiya xwe weke azadiya tevahiya gelên bindest û civakên demokratîk dibînin. Banga me ji bo tevahiya gelê me û /gelên din, jin û ciwan, hemû kedkar, şoreşger-demokrat dikin ku tevli vê kampanyayê bibin û ji bo serketinê têkoşînê bikin.