Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê, ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were anîn, 27’ê Mijdarê roja salvegera damezrandina PKK’ê dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan a dorveger-bê dawî dikin. Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyanî da û got, “Em salvegera 40’î ya partiya xwe pîroz dikin. hêvîdar in ku jinûve vejîna me ji bo Rêber Apo, hemû hevrê û gelê me bibe wesîleya azadiyê. Em hevrêyên xwe yên di vê oxirê de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, li dijî polîtîkayên şerê qirêj û kujer ê topyekûn ku faşîzma AKP-MHP’ê li dijî gelê Kurd dike, berxwedaan bi heybet a Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd dewam dike. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, Rêberê Gelê Kurd Ocalan 20 sal in bi rengekî ne însanî hatiye tecrîdkirin.

Di dewama daxuyaniya Denîz Kaya de hate gotin, “Rêberê me bi hewldaneke mezin pêvajoya aştiyê da destpêkirin. Faşîzma TC’ê li dijî vê pêngava Rêberê me, bi dijminatiya xwe ya topyekûn a li dijî Kurdan û polîtîkayên xwe yên dij bi Kurd xwest, destketiyên Kurdan ji holê rake. Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê em careke din dibêjin ku şert û merc çi dibin bila bibin, em bi Rêberê xwe re ne. Em; hevrêyên Mazlûm, Kemal, Hayrî, Çaran û Sarayan ku bala dîroka berxwedana zindanê me ji wan girtine, li dijî polîtîkayên ne însanî yên faşîzmê, em berxwedana xwe bi rûmet dewam dikin.”

GIRTIYÊN NEXWEŞ Û EXTIYAR WÊ TEVLÎ ÇALAKIYÊ NEYÊN KIRIN

Kaya got, “Rêberê me nefesa me ye, ruhê me yê azadiyê ye. Em nema dikarin xwe li vê tecrîda li dijî mirovahiyê rabigirin” û wiha dewam kir: “Ji 27’ê Mijdarê û pê ve ku salvegera damezrandina partiya me ye, girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê wê dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan a dorveger-bê dawî bikin. Yekane daxwaza me, qedandina tecrîdkirina Rêberê me ye. Di demeke kin de çalakiya me wê bi rengekî gelekî cuda û radîkal dewam bike. Em şopdarên çanda berxwedana zindanê ne ku dibêjin, ‘Em ji jiyanê gelekî hez dikin ku di oxira wê de dikarin canê xwe bidin’. Em dest bi pêvajoyeke nû ya berxwedanê dikin.

Em bang li hemû mirovên demokrat, rewşenbîr û her kesê ji xwe re dibêje ‘ez însan im’ dikin, ku bala wan li ser çalakiya me be. Em bang li gelên xwe yên li Tirkiye û Kurdistanê dikin ku li dora çalakiya me li hev bicivin. Bêyî ku daxuyaniyek ji aliyê me ve bê dayin, hevrêyên me yên li hemû zidanan wê vê çalakiyê bidomînin. Hevrêyên me yên nexweş û extiyar wê tevlî çalakiyê neyên kirin.”