Girtiyê bi navê Sedat Alçîçek bi rêya malbata xwe binpêkirinên mafan ragihand. Alçîçek destnîşan dike ku jiyana wan di xeteriyê de ye û rêveberiya girtîgehê ev 3 salin hevalê wan Arîf Bayram nabin nexweşxaneyê.

Li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê, mafên girtiyan di asteke metirsîdar de tên binpêkirin. Girtiyê bi navê Sedat Alçîçek bi rêya telefonê ji malbata xwe re qala zext û zordariya li wan tê kirin kir.

‘JIYANA ME DIXIN TALÛKEYÊ’

Alçîçek destnîşan dike ku rêveberiya girtîgehê bi awayekî dijqanûnî û dijmirovî tev digere. Alçîçek diyar dike ku bi şev lêgerînê pêk tînin û jiyana wan dixin talûkeyê. Alçîçek ji malbata xwe re balê dikişîne ser van zextan: “Ji nişka ve bi şev digirin ser qogûşên me. Destên xwe didin her derê. Tirsa me ya ku virûsa koronayê li me belav bikin zêde ye. Ji xwe tu tedbîrên parastina ji koronayê pêk naynin. Ne maskeyan didin me, ne jî amûrên paqijiyê. Di ser de jî bi awayekî komî dikevin qogûşên me û jiyana me dixin talûkeyê.”

‘QADÊN HEVPAR HATINE QEDEXEKIRIN’

Alçîçek dibêje zextên li girtîgehê roj bi roj zêde dibin û van agahiyan parve dike: “Pirtûkên ku em dixwazin nadin me û yên me jî bi giranî berhev kirine. Agahiya me ji derve qut kirine. Radyo û rojnameyan nadin me. Tenê dixwazin em çend qenalên televîzyonê yên medya desthilatiyê temaşe bikin. Têkiliya me û hevalên me yên din ji hev qut kirine. Bi hincetên cuda qada hevqar qedexe kirine.”

‘REWŞA HEVALÊ ME ARÎF XIRABE’

Alçîçek, bal kişand li ser rewşa hevalê xwe yê nexweş Arîf Bayram jî û ev tişt anî ziman “Hevalê me Arîf Bayram ev 3 sal e ku implant di devê wî de ye lê belê diranan naxinê. Arîf bêdirane û nikare xarinekê jî bicû. 3 sal e li gel ku pereyê xwe jî daye wî nabin nexaşxaneyekê ku diranên wî pêvekin. Hevalê me ji ber ku nikare xwarinê bicû û bixwe gelek nexweşî lê peyda bû ne. Roj bi roj rewşa wî xirab dibe. Bi awayekî dijmirovî tundiyeke wiha li hevalê me dikin. Divê kesayet û saziyên pêwendîdar daxilî vê mijarê bibin.”