Girtiyên li zindana Şakranê ya Îzmîrê ji bo 25’ê Mijdarê peyamek dan û ji herkesî xwestin bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” têkoşînê mezin bikin.
Girtiyên jin di peyama xwe de balkişandin ser tundiya li ser jinan û gotin;
Li zindanan tundî, tecrîd û zexta derûnî kûr bûye.
Girtîgeh bûne mekanîzmeyên şîdetê.
Niha rewşa yên li derve û di zindanê de nemaye.
Ji ber wê li dijî koletiyê lazim e jin serhildanê mezin bikin.
Bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ werin gel hev.
Û bi vê felsefeyê têkoşînê mezin bikin.