Gokhan Guneş ku 20’ê Çileyê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate revandin, vê sibehê li Başakşehîrê bi rengekî çavgirtî hate berdan.

Gokhan Guneş li Îkîtelî ya Stenbolê di 20’ê Çileyê de dema ku diçû kar, li Başakşehîrê ji otobusê peya bû, lê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve bi zorê li wesayitekê hate siwarkirin û hate revandin.

Gokhan Guneş vê sibehê saet di 06:00 de bi rengekî çavgirtî li Başakşehîrê hate berdan û bi derfetên xwe vegeriya malê.