Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dawîbûna zext û binpêkirinên li ser girtiyan dabû destpêkirin bi koma 6’an kete roja 30’î.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bidorveger a girtiyên siyasî ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dawîbûna zext û binpêkirinên li ser hemû girtiyan 27’ê Mijdarê dabû destpêkirin dewam dike. Çalakî bi koma 6’an kete roja 30’î.

Girtî li gel biryardariya domandina çalakiyên xwe bang li raya giştî dikin ku destekê bidin çalakiyên wan. Rayedarên girtîgehê û Wezareta Edaletê li şûna ku daxwazên girtiyan bi  cih bînin, ji ber çalakiyên demokratîk cezayê hucreyê li girtiyan dibirin.