Çalakiya girtiyan bi biryardarî didome.

Li derve jî nobetên edaletê dewam dikin.

Rêveberên ESP’ê jî piştî Stenbol û Enqerê, ji bo sê rojan nobeta xwe li Îzmîrê dewam kirin.

Yek ji çalakgeran Endamê Lîjneya Navendî ya ESP’ê Mûrat Çepnî, bibîr dixe ku sê sal in bi Îmraliyê rê têkilî hatiye qutkirin.

Serî de pirsgirêka Kurd pirsgirêk hemû bêyî ku bêne çareserkirin li holê mane.

Mûrat Çepnî, dide zanîn ku faşîzm xwe bi çaresernekirina pirsgirêka Kurd xwedî dike û got;

“Tecrîd meseleyeke bingehîn a vê pirsgirêkê ye.

Em li vêderê qala lîderekî ku weke muxatabê sereke tê dîtin dikin.

Tecrîdkirina wî tê wateya dewama polîtîkayên şer.”

Mûrat Çepnî, di vê çerçoveyê de meşa mezin a azadiyê silav kir û got;

“Divê em xwedî li vê meşê derkevin û mezin bikin.”

Ji rêveberên rêxistina ESP’ê ya Îzmîrê Hizir Alî Kiliç jî got;

“Yê ku karibe pirsgirêkên gelê Kurd ji holê rake û aştiyê bîne birêz Ocalan e.”