Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, destnîşan kir ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaln, dibe sedema bêhiqûqîtiyên din ên li welat. Koçyîgît bal kişand ser biryara DMME’yê jî û got, ev tê wateya di şexsê Ocalan de pişta xwe daye gelê kurd.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), der barê îşkencekirin û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de biryara redkirinê da. Parêzerên Ocalan di sala 2010’an de ji bo îşkenceya di sala 2018’an a li Îmraliyê serî li DMM’ê dabûn, lê belê DMME 8 sal şûnde biryar da û serlêdana parêzeran red kir.

Parlementera HDP’ê yê Mûşê û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît, biryara DMME’yê nirxand.

‘DI NAV BÊHIQÛQÎTIYÊ DE BÊHIQÛQÎTÎ’
Koçyîgît, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê derê mafên mirovan ê gerdûnî û peymanên navnetewî ye û her wiha derî mewzûata qanûnî ya Tirkiyeyê ye jî. Koçyîgît, anî ziman ku dewlet ji bo tecrîdê her carê hincetekê nîşan dide û got: “Hincetên sererek ev in; ‘keştî xerabe ye’, ‘rewşa hewayê nebaş e’. Piştî 15’ê Tîrmehê Rewşa Awarte wekî hincet nîşan dan. Lê niha em dibînin hincetên nû nîşan didin. Dema em li vana hemûyan dinerin, em dibînin ku di nav bêhiqûqîtiyê de bêhiqûqîtî heye.”

‘TECRÎD DIBE SEDEMA BÊHIQÛQÎTIYÊN DIN’
Koçyîgît got: “Her yek jê sicîla Tirkiyeyê ya di warê mafên mirovan de xera dike û sûc e. Loma divê em li hemberî van bêhiqûqîtiyan derkevin. Tecrîda tê pêkanîn li welat dibe sedema bêhiqûqîtiyên din jî. Divê ev rewş tenê bi Tirkiyeyê û aktorên siyasî yên Tirkiyeyê ve neyê girêdan. Em wisa difikirin ku ev pêvajoyeke navnetewî ye, tenê ne Tirkiye, hêzên navnetewî jî vê tecrîdê pêk tînin.”

ROLA CPT’YÊ ÇÎ YE?
Koçyîgît bal kişand ser rola Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û destnîşan kir ku CPT heta niha li hemberî bêhiqûqîtiyên tên kirin derneketiye. Koçyîgît got: “Raporeke wan a dawî hebû. Em bi welatekî ku vê raporê qet esas negirt re rû bi rû ne. Em ji redkirina serlêdana li DMME’yê ya der barê Birêz Ocalan de jî fêm dikin ku ev kar ji hêla hêzên navnetewî bi awayekş sîstematîk tê dewamkirin û li hemberî vê xwe li nedîtiyê tê danîn.”

‘DI ŞEXSÊ OCALAN DE LI HEMBERÎ GELÊ KURD’
Koçyigit, diyar kir ku DMME 8 sal şûn de biryar daye û got: “Li holê edaleteke derengmayî heye û ne mimkun e mirov bibêje ev edalet tecellî dike. DMME’ya ku li hemberî bêhiqûqîtiyên li Îmraliyê xwe li nedîtinê datîne, di şexsê Birêz Ocalan de hem pişta xwe daye gelê kurd hem pişta xwe dayeê hêzên demokrasiyê hem jî daye mezlûman.”
Koçyîgît, destnîşan kir ku ew vê helwesta DMME’yê ya der barê Îmraliyê de, ji dema pêvajoya Sûr û Cizîrê jî dizanin. Koçyîgît, bilêv kir ku DMME’yê ji mekanîzmayeke çalak dûr ketiye.