DEM Partiyê namzetên xwe yên 14 bajaran eşkere kir û ji bo Şaredariya Enqerê jî siyasetmedara kurd a girtî Gultan Kişanak û Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan weke namzet nîşan dan.

Gulten Kişanak ku ev 7 sal û nîvin li Girtîgeha Jinan a Kandira tê girtin, têkildarî mijarê bi riya parêzerên xwe peyamek şand

Peyama Gulten Kişanak wiha ye

Gelên me yên binirx, divê ez bînim ziman ku min ji ber berpirsyariya li hemberî we, pêşniyara namzetiya Hevşaredariya Enqerê qebûl kir.

Divê em pirsgirêka kurd û pirsgirêka azadiya jinê di çavkaniya wê de nîqaş bikin. Em ji Amedê heya Enqerê, ji Enqerê heya her hêlên Kurdistanê, ji bo avakirian pirên aştiya civakî ava bikin.

Ez bang li her kesê ku baweriya xwe bi aştî, demokrasi, û azadiyê tîne dikim ku bila di vê têkoşînê de berpirsiyariyê bigire, ji niha ve serketinê dixwazim.