Dewleta Tirk a ku Efrîn dagir kiriye tevî komên xwe yên çete bi topan navçeya Şêrawayê bombebaran kirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, artêşa Tirk û komên wê yên çete top avêtin gundên Bêne û Eqîbe yên navçeya Şêrawa ya Efrînê. Têkildarî encamên êrîşê agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê hema bêjin rojane topan diavêjin warê sivîlan ên li herêma Efrînê.

Dagirkeran di 28’ê Îlonê de top avêtibûn gundên Birc Qas û Kalotepe yên Şêrawayê û bi dehan top li herêmê ketibûn.

Di 24’ê Îlonê de jî li dijî gundê Başemirê yê navçeya Şêrawayê dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete bi top û obusan êrîş kiribûn.