Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi gotina ‘Em dibînin ku dewleta bi destê dewleta Tirkxwîna xwişk-bira bên rijandin’ nerazîbûn nîşanî PDK’ê da.

Heyeta Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk jî di nav de, di çarçoveya kampanyaya “Emê yekitiyê saz bikin, tecrîdê bişkînin, azadiyê pêk bînin” li navçeya Qileban a Şirnexê, beşdarî merasîma vekirina avahiya Rêxistina HDP’ê bûn. Heyet bi dirûşmeya “Bijî berxwedana HDP’ê” hat pêşwazîkirin. Piştî merasîma vekirina avahiya HDP’ê, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven axivî. Gûven, di axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya tifaqa gelê Kurdû diyar kir ku di vê pêvajoyê de tişta herî pêwîst yêkitiye gelê Kurde.  

Guven, anî ziman ku têkoşîna gel hêz dide berxwedana wan û wiha got: “Ev pêşwaziya we ya gerim em kêfxweş kirin. Em dizanin ku wê doza Kurdistanê bigihîje armanca xwe. Ez li vir careke din pê hesiyam ku ev doz gihiştiye armanca xwe û me gelek şoreş pêk anîne. Bi hezkirina dayikan me careke din dît ku em gihiştine armanca xwe. Hûn jî dizanin ku tu azadî û tu rêxistin bê armanc pêk nehatine. Gelê Kurd jî roj bi roj digihîje armanca xwe. Em li ku bin bila li wir bin, pêwîste em bi rêxistin bin û em bi tifaq bin. Pirsgirika Kurdniha li Tirkiyeyê pirsgirika herî serekeye. Em duh li Cizîrê bûn. Di jêrzemînên Cizîrê de bi sedan hevalên me hatin şewitandin. Di her malbateke me de 2-3 şehîd hene. Dilê wan bi birîne lê serê wan bilinde û girêdahî doza xwe ne. Malên xwe dan û canê xwe dan. Lê gelê me dîsa jî dev ji daxwaziya azadiyê bernade.Em xîzmetkarê vî gelî ne û em mînetdarê vî gelî ne.Weke hilbijartiyê we em dixwazin ku layiqî we bibin.”

Guven, bal kişand ser girîngiya yekîtîya gelê Kurdkir û wiha bilêv kir: “Em di bin zilmeke girankirî de ne. Nifûsa leşkeran ji gelê Qilebanê zêdetire. Gelo çima ev hatine axa me dagirkirine? Ji van nivî leşker û nivî jî cerdevan xaka me dagirkirine. Loma em serî radikin û vê zilmê qebûl nakin. Niha li ser çar perçeyên Kurdistanê zilm heye. Niha gelek siyasetmenderên me di zindanan de ne. Gelek hevalên me ji nêçariya xwe ji welat derketiye. Zilma wan a li dijî gelê Kurd her ku diçe zêde dibe. Lê em niha dibînin ku li Rojhilata Navîn beyî Kurdan tu biryar nayên dayîn. Tu kes êdî beyî Kurdan nikare gav biavêje. Beyî Kurdan nikarin tiştekî bikin. Kurdan gelek bedel dan û li hemberî van bedelan jî deskeftiyên Kurdan hene. Kurd li ku bin bi rêxistinin û ji bo mafên xwe tedikoşin. Kurd ne dewletin, lê televîzyonên Kurdan heye,çapemeniya wan heye. Kurdne dewletin, lê sed hezaran hêzên wan hene. Êdî kes dikare beyî Kurdan tevbigere? Em hatine merhela serkeftinê. Serkeftin nêzike. Ji ber wê jî neyarên me lîstîkan pêk tînin. Qilêban sînorê başûrê Kurdistane. Başûrê Kurdistan jî xaka me ye. Em nikarin bibêjin ku Başûr ne xaka me ye. Em nikarin başûr û bakur ji hevdu cuda bikin. Ew ax axa me ye. Lê niha dewleta Tirkli wir jî lîstîkên qirêj dide meşandin. Li başûr hêzên Kurdan anîne hemberî hevdû. Kurd bila hevdu bikujin û Tirko jî keyf bike. Pêwîste ku em van lîstîkan vala derbixin. Em dixwazin ku PDK ji vê şaştiyê bizivire. Birêz Mesut Barzanî xwe jî gotibû ku,’ Em brakujiyê naxwazin’ Em niha dibînin ku bi daxwaza dewleta Tirkiyeyê dîsa brakujî pêk tê. Em ji Qilêbanê li hêzên Kurdan bang dikin, ji şerê navxweyî bizivirin. Ev zirarê dide gelê me. Welehî em şerê navxweyî naxwazin. Ji şerê navxweyî re êdî bes e. Divê em li hemberî neyarê xwe tebikoşin. Bila siyasetenderên Kurdan, hêzên Kurd bên gel hevdu û vî şerî bi dawî bikin.”

Leyla Guven, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin jî, ev peymanên girîng dan: “Tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê bi destê dewleta Tirkiyeyê tê girankirin. Dewleta Tirkiyeyê ji hêzên navnetewî re gardiyaniyê dike. Emerîka, Rusya û Fransa ji vê ne dûrin. Ev tecrîte bi destê van tê girankirin. Ji ber wê ji pêwîste ku em ji çalakiya zindanan re xwedî derkevin. Dengê hevalên me yên zindanan nagihije derve. Em dikarin dengê wan bidin bihîstin. Pêwîste ku em bibin dengê wan û nefesa wan. Me êşkence derbaskirine, me girtina derbaskirine û me komkujî derbaskirine. Em çil salin berxwe didin. Divê em moralê xwe xera nekin û em berxwedana xwe gav bi gav mezin bikin. Heger ku em bi moral bin em ê serbikevin.”

Heyetê piştî axaftinan li navçeyê serdana esnafan kir. Her wiha, heyet wê sibe jî li navçeya Elkê dikandaran ziyaret bike.