HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Dr. Abîmeal Gûzman Reynoso (Gonzalo) jiyana xwe daye şoreşa Perûyê lê a niha li Perûyê di girtîgeheke binê erdê de ye. Dewleta Perûyê li hemberî tendirustiya wî bêdeng e û li benda mirina wî ye. 

Em jî wekî hêzên şoreşger û komunîst em ê li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin û piştgiriyê didin kampanyaya ‘Em jiyana serok Gonzalo biparêzin’.”