HBDH’ê şehîdên Kizildereyê bi bîr anî û got, “Em HBDH bersiva me ya ji faşîzmê wê li ser ya rêya Mahîr û Cîhanan be.”

HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û şehîdên berxwedana Kizildereyê bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Li gundê Kizildereya Nîksara Tokatê di 30’ê Adara 1972’an de 10 şoreşger li dijî dewleta Tirk, piştî berxwedaneke xurt di şer de şehîd bûn. Vê çalakiya bi navê ‘Berxwedana Kizildereyê’ di warê îdeolojîk û siyasî de roleke girîng lîst û rê vekir. Bi îlana darbeya faşîst a di sala 1971’an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dema ku nakokiyên çînî, têkoşîna di navbera faşîzm û hêzên şoreşger ên antîfaşîst zêde bû, berxwedana Kizildereyê derket holê.

Îlanên avakirina rêxistinên THKPC, THKO, TKPML û geşbûna çalakiyên milîsên gerîla û milîs ên li bajar û çiyayan, tevgerên karker û ciwanan ên di tarza milîtanî de, feraseta pêşengtiya ji bo gel û xeta rêhevaltiya şoreşgerî û têkoşîna yekgirtî, aliyên derketine pêş yên salên 1968-1972’an e. Berxwedana Kizildereyê lûtkeya herî bilind a pêvajoya polîtîk e. Peyamên ji kozikên Kizildereyê gelekî zelal e.

Ronahiya zanistê ya ji Marx û Engels hatiye stendin wê bi agirê têkoşîna polîtîk a ji Lenîn, Mao û Che hatiye stendin geştir bibe û wê bi pêşengiya wan bi biryardarî bimeşe. Karakterê rejîmê faşîzm e û wê tu carî teslîmiyeta ji wê re pêk neyê. Wê bi şoreşê re dewlet hilweşe û pergaleke nû ya demokratîk ava bibe. Têkoşîna çekdarî pêdiviyek e, tekane rê heye û ew jî şoreş e. Şoreş tê wateya berdêldayinê, di kîjan astê de peywir werin stendin, wê li hemberî dijmin ji xeynî berxwedan û serfiraziyê rêyeke din tunebe.

Ji bo ku tevgerên ciwan, jin, karker û gelan li ser bingeha şoreşê were pêşvebirin û ji bo hilweşandina faşîzmê têkoşîna yekgirtî û çekdarî ferz e.

Pêşîgirtina darvekirina kadroyên pêşeng ên THKO Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan û têkoşîna li dijî darbeya faşîst a sala 1971’an şert e. Ji bo pêşîlêgirtina darvekirinan û piştî darvekirinê ji bo hesabpirsînê gelek çalakiyên polîtîk û leşkerî hate kirin. Serokê THKPC’ê Mahîr Çayan di şer de bi birîndarî dîl kete destê dijmin, Huseyîn û Cevahîr jî şehîd bûne. Di wê demê de yek ji kadroyê pêşeng ê THKO’yê Cîhan Alptekîn û rêhevalên wî tevî THKPC’ê ji girtîgeha Maltepeyê çalakiya firarê dikin û ev çalakî bi ser dikeve. Ji bo pêşîlêgirtina darvekirina Denîz Gezmîş û hevalên wî li baregeha Unyeyê 3 peywirdarên NATO’yê dîl digirin. Mahîr Çayan û hevalên wî li gundê Kizildereyê dora wan tê girtin. Di şer de 10 kadroyên pêşeng ên THKPC û THKO’yê şehîd dibin.

Ji 1971’an heta 2021’an em tarza pêşengtî û rêhevaltiyê ya Denîz, Îbrahîm, Mahîr û Mazlûman ji xwe re dikin rêber û meşa xwe ya şoreşê bi biryardarî didomînin. Berxwedana Kizilderê ne dema xwe lê pêşerojê temsîl dike. Rêya Kizildereyê, rêya me ye. Bi berxwedanên li zindanan, çalakiyên barîkatê, çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, serhildanên Gazî, Gezî û Kobanê , berxwedanên xwerêveberiyê, çalakiyên gerîla û milîsên ên li bajar û çiyayan, serhildana jinan û nasnameyên zayendî, têkoşîna pêşerojê ya ciwanan, çeperên têkoşîna demokratîk û bi gelek mînakan meşa me ya şoreşê didome. HBDH di meşa serfiraziya şoreşa li Tirkiye û Kurdistanê israr e. Tevgera me ya Şoreşa Yekgirtî dibe Baran Serhat, Delal Amed, Ûlaş Bayraktaroglû, Nûbar Ozanyan, Ceren Guneş, Taylan Demîrcîoglû, Yilmaz Kes û Alper Çakas û alaya têkoşînê li ba dikin.

Em HBDH bersiva me ya ji faşîzmê wê li ser ya rêya Mahîr û Cîhanan be. Bîranîn û tecrubeya wan ji bo me mîrat e û çekên wan di destê me de ye. Bi hilweşandina faşîzmê wê mafên gelên me yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, yên karkeran, yên jin û nasnameyên zayendî, xweza û hemû jîndaran pêk were. Berxwedana me ya ji bo jiyaneke adilane û azad ji bo serfiraziya şoreşa Tirkiye û Kurdistanê ye.”