HBDH’ê kesên ku di komkujiya 19’ê Kanûnê ya girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û got, ”Çi tişta ku kirin wê hesabê wê bidin, em ê her roj hesab bipirsin.”

Tevgera Şoreşger a Gelan a Yekbûyî (HBDH) Komkujiya Girtîgehê ya 19’ê Kanûna 2000’î ya bi navê ”Operasyona Vegera  li Jiyanê” bi bîr xist û got, ”Girtiyên şoreşger bi rojan li gel derfetên kêm jî bi lehengî eniya şoreşger parastin. Di şerê newekhev de ku 4 rojan dom kir 28 jê nemir bûn û bi sedan birîndar bûn. Di bîra têkoşîna kûr a gelên Kurdistanê û Tirkiyê de cihê xwe girtin.”

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin, ”Ên ku komkujiya 19’ê Kanûnê pêk anîn li bara vîna şoreşger derbeke giran xwarine. Faşîzma TC’ê ya ku bi tirsa ku desthilata wan ji dest wan biçe tim bi stratejiya êrîşê tevdigere îro jî êrîşa xwe ya li ser zindanan didomîne, ku zindan îro mewziyên girîng ên têkoşînê ne.”

HBDP’ê wiha got: ”Ti hewldana faşîzmê êdî wê encamê neguherîne. Bila soz me li her hevarêyê me ku hatine qetilkirin, ”Wê berdêla çi tişta ku kirine bidin, em ê rojekê jî bê hesabpirsîn nehêlin.”