HDK’ê ragihand, qanûna înfazê ya ku girtiyên siyasî negirtiye nava xwe, binpêkirina mafê wekheviyê ye.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), têkildarî rewşa girtîgehan daxuyaniyek weşand ku ji ber vîrûsa Covîd-19 gef û metirsiyeke mezin li ser heye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, bi qanûna înfazê re ya li Tirkiyeyê hate bicihanîn, cihêkarî li girtiyan hatiye kirin.

HDK’ê bi bîr xist, girtiyên siyasî li derveyî qanûnê hatine hiştin û diyar kir, “kesên ji ber sûcên kuştina mirovan, êrişa zayendî, qaçaxçitiya mirovan, bertîl, sextekarî, nefret û cihêkarî, fesadiya di îhaleyê de û revandina zarokan hatin girtin, hatin berdan.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi vê qanûnê re maf û azadî hatin bisînorkirin, pîvana wekheviyê hate binpêkirin û hate gotin, “Li girtîgehên Tirkiyeyê ji bo pêşîgirtina li belavbûna vîrûsa koronayê, bicihanîna tevdîra mesafeya civakî bi qasî ku nepêkane zehmet e. Her wiha malzemeyên hîjyenê jî nadin girtiyan.”

Di daxuyaniyê de têkildarî qanûna înfazê banga “bêalîtiyê” li Dadgeha Destûra Bingehîn hate kirin. Her wiha ji rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî jî hate xwestin ku li ber vê qanûna cihêkar û binpêkirina pîvana wekheviyê rabin.

Ji Tirkiyeyê jî hate xwestin li gorî peymanên mafên mirovan ên navneteweyî tevbigere û girtiyan berde.