Hevserokên HDP’ê yên Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Zeyat Ceylan diyar kirin ku HDP bi plan û stratejiya xwe cihê çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 23’ê Sibatê de 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî li dar xist. Pervîn Buldan û Mithat Sancar ji bo Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê hatin hilbijartin. Kongre rêveberiya xwe ya nû hilbijart û bi serkeftî derbas bû. Di kongreyê de dîmenên herî balkêş tevlêbûna gel bû. Tevlêbûna gel moral û coşek çêkir. Ji bo pêşerojê hêviyên mezin ava kirin.

Hevserokên HDP’a Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Zeyat Ceylan nexşe rê û stratejiya HDP’ê ji ANF’ê re nirxandin. 

XETA NÛ

Uyanik anî ziman ku li gel hemû zext, binçavkirin û girtinan, gel bersivek herî xort da û wiha axivî: “Di dema amadekariyên ji bo kongreyê de bi nîqaşên bi gel û her wiha beşên din re hatin kirin, dîsa di nîqaş û nirxandinên pêkhateyên HDP’ê de, dîsa ji havînê ve ku kongreyên jinan û yên giştî hatin lidarxistin, HDP’ê timî xeteke nû datanî pêşiya xwe. Li gel vê dewlet timî hewl dide HDP’ê ji gel qut bike. Ji bo berevajîkirina vê hewldana dewletê lêhûrbûn hebûn. Kongre bû lûtkeya kombûna van nîqaşan û pratîkkirina xeta danîbû pêşiya xwe. Li gor rêzika HDP’ê di lîsteya Meclîsa Partiyê de guhertin çêbûn. Tevî vê bi armanca mirov xwe bigihîne girseyên berfirehtir û dînamîkên karibin hê zêdetir di nav gel de bixebitin hatin hilbijartin û di rêveberiyê de cih girtin.”

‘XETA ME YA TÊKOŞÎNÊ DIYAR E’

Uyanik da zanîn ku di partiyên din de serokê giştî bi dehan salan partiya xwe bi rê ve dibin û wiha pê de çû: “Lê HDP û rêûresma partiyên ji nav wan hatiye, partî ne di bin hukimdariya serok yan jî hevserok de ye û bi mijara rêveberinê ve jî girêdayî ye. Divê mirov bi vî rengî li mijarê binihêre. Yanî guhertina serok-hevserok di fikriyata HDP’ê yan jî nêrîna HDP’ê ya der barê pirsgirêkên Tirkiyeyê de guhertinan çênake. Duh çi gotibe îro jî dê wer bidome. Ji pirsgirêka derdora bigirin, heta pirsgirêka ciwan, jin, aboriyê û ya herî girîng jî mijara ku gel karibin xwe îfade bikin, têkildarî çareserkirina pirsgirêka Kurd berê çawa nêz dibû dê wer berdewam bike. Yanî di xeta heta îro ji bo wê têkoşînê dike de paşde veger nîne, tenê hê zêdetir xebat, zêdekirina armancê û biryardariyê ye.” 

‘ÇARESERKIRINA HEMÛ PIRSGIRÊKAN HDP YE’

Uyanik da xuyakirin ku HDP daxwazkariya rêveberina Tirkiyeyê û li ser hemû mijaran jî hakim e û wiha dom kir: “Hevserok Mîthat Sancar jixwe di kongreyê de axaftineke berfireh û dirêj kir. Çarçoveya wê danî holê. Têkildarî daxwazkariya rêveberina Tirkiyeyê û li ser hemû mijaran ku HDP hakim e, ji bo çareserkirina her pirsgirêkê plan û stratejiyeke HDP’ê heye anî ziman. Yanî HDP ji xisûsa partiyeke ku timî muxalefetê dike, îtiraz dike, edebiyata mexdûriyetê dike, li zextên desthilatdariyê gilî û gazincan dike derdikeve. Çareserkirina hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê di HDP’ê de ye. Li ser vî esasî ji bo mirov bihêle ku gel hê zêdetir li dora HDP’ê kom bibe û li HDP’ê xwedî derkeve, dîsa ji bo qadên têkoşînê bên zêdekirin û dengê xwe hê bilindtir bike, biryardariyek hat nîşandan. Divê mirov vê wiha bigire dest û bibîne.”

Uyanik bibîrxist ku kongre bi rastî jî bi tevlîbûna girseyeke berfireh û qerebalix ku bi rastî xebatkarên herêman jî matmayî man pêk hat û got: “Divê mirov vê wer jî binirxîne. Tevî ji pergala ku me tine dihesibînê re peyamek e, di heman demê de ji bo dînamîkên navxweyî jî peyamek e. Kadroyên vê xebatê dikin, rêveberiyên xwediyê vî karî, ji rêveberiyên navçeyan bigirin, heta yên bajaran û Meclîsa Partiyê divê her kes vê peyamê baş bixwîne.  Gel careke din vê peyamê dide me: ‘Timî û di her rojên teng de jî em xwedî li partiya xwe derdikevin, divê hûn jî bi awayekî layiq hê zêdetir bixebitin, têkoşînê pêş bixin.’ Weke rêxistina bajêr a Amedê me wer nirxand. Tirkiye hem di aliyê siyasî hem jî aborî di nav krîzeke mezin de ye. Di nav xitiman û bêçaretiyan de ye. Desthilatdariya AKP’ê tenê bi şerê li derve, dixwaze meseleyê bi rê ve dibe.  Tiştekî nû yê bide civakê nîne. Hêvî, cihê têkoşînê û çareserkirina pirsgirêkan dîsa HDP ye. Cihê jin, ciwan û hemû dînamîkan, kesên nikarin xwe îfade bikin, kedkar û gelan HDP ye. Bi vê biryardariyê têkoşîna xwe ji cihê em lê mane bi hêza kongreyê û gel daye me, em ê bidomînin.”   

‘DESTHILATDARÎ DIXWAZE HDP’Ê KRÎMÎNALÎZE BIKE’
   
Uyanik bilêv kir ku di demeke hevserokên me yên berê di girtîgehê de ne, gelek kadroyên me girtîne û beriya kongreyê ku pêleke binçavkirinê dan destpêkirin, lêpirsîna ji kongreya me re ne surprîz e. Uyanik derbirî ku desthilatdarî dixwaze têkiliya gel û HDP’ê ji hev qut bike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Desthilatdarî bi argumanên di destê xwe de hê jî dixwaze HDP’ê bikişîne xetekê, wê ji gel qut bike û krîmînalîze bike. Ji bo vê çi ji dest bê wê bike. Em wer li mijarê dinihêrin. Divê êdî aqlê dewletê bibîne ku ev lêpirsîn û zext çare nînin. Weke tevahî, xebatkar, gel, kadro, rêveber û hevserokên HDP’ê, em ê xeta me ya biratiya gelan esas digire û ji bo Tirkiyeyeke her kes karibe xwe bi rehetî îfade bike, di nav aştî û aramiyê de bijî têkoşîna xwe bidomînin.”

‘HDP HÊVÎ YE’

Hevserok Zeyat Ceylan jî anî ziman ku HDP kongreya xwe ya 4’emîn a asayî bi rêveberiya xwe ya nû hilbijart û bi serkeftî derbas bû. Ceylan da zanîn ku tevlêbûna gel moral û coşek çêkir û got: “Ji bo pêşerojê hêviyên mezin ava kirin. Di kongreyê de dîmenên herî balkêş tevlêbûna gel bû. Tevlêbûna gel moral û coşek çêkir. Di bin ewqas zor û zehmetiyan de, tevlêbûnek ewqas bi heybet, dost û hevalan kêfxweş kir, dijmin û neyaran jî teqandin. Li ser HDP’ê zextên û êrîşên pir dijwar hene. Dîsa lîstikên mezin û cuda cuda hene. Hemû hêz li ser HDP’ê hesaban dikin. Dixwazin, wê li derveyî siyasetê bihêlin. AKP-MHP bi êrîşan, bi girtin û binçavkirinan, dixwaze wê bê hêz bihêle û teslîm bigire. Lê kongreyêv ev hesab hemû vale derxist û carek din hate dîtin ku HDP hêvî ye.”

‘HDP DÊ XWE LI HER DERÊ BIRÊXISTIN BIKE’

Ceylan da zanîn ku li Tirkiyeyê dê HDP ji pêvajoya siyasî re pêşengtiyê bike û wih dom kir: “Heta pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê neyê çareserkirin wê tu pirsgirêk Tirkiyeyê jî neyên çareserkirin. Ji bo vê yekê dê HDP pirsgirêka Kurd û yekitiya Kurdan bike rojeva serke. Li gel vê yekê jî têkoşîna demokratîk kirina Tîrkiyeyê ye. Dibin sêwana HDP’ê de em ê ser du xalên girîn rawestin. Xala yekemîn li Tirkiyeyê yekitiya hêzên demokratîk, şoreşger û sosyalist e. Xala duyemîn jî li Kurdistanê yekitiya neteweyî ya Kurd e. Di hemû aliyan de me ê xwe birêxistin bikin û ji civaka xwe re bibin hêvî û rêya çareserkirinê. HDP bi têkoşîn û berxwedana xwe wê li Tirkiyeyê pêşiya demokrasiyê veke. Her wiha bi çareserkirina pirsgirêka Kurd wê demokratîkbûna Tirkiyeyê hêsantir bike. HDP dê xwedî li rist û rola xwe derbikeve û li gund bi gund, navçe bi navçe û bajar bi bajar xwe bi gihêjîne gelê xwe. Di her alî de HDP dê xwe bi rêxistin û înşa bike. Divê kongreyê de jî derket holê ku HDP hêvî ye. HDP hêviya aştî, çareserî, muzakere û hêviya demokratîk bûna Tirkiyeyê ye. HDP bi awayek pir xort ji bo vê hêviyê ji aliyê gel ve hate himbêzkirin. HDP her ku diçe xort dibe û vê hêza xwe ji gelê xwe distîne.”

‘JI BO RÊVEBERIYA TIRKIYEYÊ EM AMADE NE’

Ceylan destnîşan kir ku dê li hemberî înkar û tune hesibandinê têkoşînê bikin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Li Kurdistan û Tirkiyeyê li hemberî polîtîkayên ku xîzaniyê li gel ferz dike em ê têbikoşîn. HDP heta niha muxaleft, renxe, şer, zilm zordarî teşîr kir. Ji niha û vir de jî em ê hin bi xortir vê yekê pêk bînin û xwe ji bo birêveberina Kurdistan û Tirkiyeyê re jî amade bikin. Ji bo vê yekê HDP’ê gavek nû jî avêt. Bi vê boneyê kongreya HDP’ê hêvî û bawerî hîn xortir kir. Ez diwê bîr û baweriyê de me 8’ê Adarê û ruhê Newroz wê bêhtir bibe sedem ku HDP li hemberî gelê Kurd û Tirk, li hemberî gelê bindest bibe hêvî û da ku em bi hevre dawî li vê zilmê bînin.”