HDP’ê Noel û cejna Yaldo pîroz kir û got, ”Em hêvî dikin ku ev cejn bibe sebeba rojên ku berxwedanî û hêviya me geş bûyî.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Noel û cejna Yaldo pîroz kir.

HDP’ê di daxuyaniyê de got, ”Me saleke giran li pey xwe hişt ku civakê ji bo azadiyê berdêleke giran da û ji bo avakirina siberoja xwe pir li ber xwe da.Di serdemeke wiha de ku mirovahiyê têkoşîna azadî, wekhevî û jiyana hevpar geş kirî, ji hêlekê ve hêla kovîdê û ji hêlekê ve meyla ototerîter li hemû cîhanê berbelav bûye.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Hêla esasî nefret û cihêkarî ye ku bi salan didome, li ser dahatuya me dibe taloke. Bi geşkirina hêvî û wêrekiyê, bi geşkirina têkoşînê em dikarin her cure hêl, nebaşî û êrîşan ji holê rakin, vê rewşê biguherînin. Ev hêza me ye. Bes bila em bibin yek, mil bibin hev û ji bo siberoja xwe têbikoşin. Her cejna ku rojên pevrebûn, aştî û azadiyê ne, bi van hîsa n em pîroz dikin.”

Em Cejna Noelê ya welatiyên em yên Xiristiyan û Cejna Yaldo ya gelê Sûryan jidil pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev roj bibe sebeba wan rojên ku berxwedanî û hêvî lê geş dibin.”