Mazlum Heften diyar kir ku li gel Îranê ti feriq di navbera PJAK, Demokrat, Komele, PDK, YNK û Goran de nîne û got; “Ji bo tolhildana çalakiyek PJAK’ê Îranê êrîşê demokrat kir.”

Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Mazlum Heften ku tevlî bernameya ‘Hêlî Sêyem’ a Aryen TV bû, pêşketinên dawî yên li Kurdistanê nirxandin.

Heften diyar kir ku tişta niha li herêmê di qewime şerê sêyem ê cîhanê ye, ji ber wê jî qeyranek cîhanî ye û wiha berdewam kir; “Dibe ew şerê îro li Rojhilata Navîn tê meşandin, lê di niha de şerek cîhanî ye. Ew guhertinên li Rojhilata Navîn çêdibin dibine bingehê cîhanek nû. Pêwîste mirov bi vî şêwey vê qonaxê bigire dest.”

‘Navenda şer Kurdistana mezin e’

Heften axaftina xwe wiha domand; “Navenda vî şerî Kurdistana mezine. Ger mirov pirsgirêkê tenê bi pirsgirêka Kurd û dewletên Kurdistan dagirkiriye bigire dest, wê fikrek yekalî be û pirsgirêk çareser nabe. Nikarîn pîlana danîna rastiya vî şerî diyar bikin. Ji ber li pişt van dewletan sîstemek heye ku wan diparêze.”

‘Civîna 3 aliyane ji bo tinekirina Kurdan e’

Heften diyar kir ku Îran, Tirkiye û Rûsye û heya Sûriyeyê jî di civîna Estaneda pîlana êrîşa dijî Kurdan amade dikin û wiha domand; “Ev civîne li gorî tê xwestin carek li Tirkiye, carek li Îran û di dema ne awarte de jî li Rûsya û Estane tên kirin. Divê em bi çavek li van civînan binerin ku berdewma Sykos Pîcot, Sîver, Lozan û di bingeha xwe de ji bo tinekirina Kurdan e.”

‘Li gel Îranê ti ferqa PJAK, Demokrat û Komele nîne’

Heften di dema axaftina xwe de got; “Piştî vê civînê yekser êrîşa dijî gelê Kurd destpê kir. Destpêkê Ramîn, Zanyar û Luqman darve kirin. Piştre êrîşê ser baregeha HDK û HDKA li Koyê kirin. Di heman deme de li Sine şerê hevalên me kirin. Ez vê êrîşê weke peyamek dibinim ku ji bo Îranê ti ferqa PJAK, Demokrat, Komele, PDK, YNK û Goran nîne. Hemû Kurdin. Ji bo wê sînorên Başûrê Kurdistanê derbas dikin û şer dikin.

Ne tenê Îran wiha nêzî Kurdan dibe, Tirkiye jî bi heman şêwey Îranê li Kurdan temaşe dike.”

‘Komara îslamî bi yek çavî li PJAK, Komele û Demokrat temaşe dike’

Heften qala çalakiyên gerîlayên PJAK’ê kir û wiha domand; “Piştî çalakiya PJAK’ê li Merîwan hevalan 11 ji wan kuştibûn. Îranê êrîşê ser Hizbên Demokrat kir û çend pêşmergeyên wan şehîd kirin. Îranê ev êrîşe ji bo tolhildana çalakiya me pêkanî. Îran dixwaze vê peyamê bide ku her çendî hêzên Kurd din ava xwe de pirsgirêkên wan hebin jî, ji bo Îranê her Kurdin û dijminin. Divê em vê rastiyê bizanin ku weke Kurd di çavê Komara Îslamî de ti ferqek me nîne.”

‘Em li gel xwepêşandana giştî ne’

Di dawiyê de Heften banga tevlîbûna xwepêşandana giştî kir û got; “Di rojên borî de hevalên me daxuyaniyek belav kirin. Di dema bê de jî emê daxuyaniyek pêwîst bidin. Pêwîste ev bûyere tene bi PJAK, Komele, Demokrat re sînordar neminin. Heya bi Rojhilatê Kurdistanê re sînordar nekin. Pêwîste em bi çavek netewî temaşey vê rewşê bikin. Divê li Başûr, Bakûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê û Ewropa Kurd û dostên gelê Kurd dijî vê siyasete bi şêweyek demokratik û medenî dengê xwe bigehînine hemû cîhanê. Her wiha gelê Kurd û azadîxwaz li herêmê û cîhanê çi ji destê wan ji bo şermezarkirina sîstema darvekirin, teror û êrîşên ji bo tinekirina gelê Kurd, tê bikin. Li dijî siyaseta dijminan rawestin. Em li gel xwepêşandanên giştî ne.”