Newaya Jin, li Ewropa mahena tê waşandin û hejmara Nîsanê, 229, bi manşeta “Zayîna ku azadiyê diafirîne” hate weşandin.

Di vê hejmarê de newaya Jin bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ‘Jinûve zayîna ji bo jinan-vejîna sêyemîn’, peyamên li qadên 8’ê Adarê û Newrozê weke rojeva bingehîn nirxand.

Nivîskar Dengîr Guneş, Ruşen Samsat, Havîn Guneşer û Şevîn Nudem bi nivîsên cûde mijar nirxandine.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk bi sernavê “Hilweşandina dîwarên tecrîdê” bandora paradîgmeya Rêber Apo yal i ser gelan û jinan,

Hevseroka DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ‘Meşa Azadiyê ya Mezin’ nirxandiye.

Neweya Jin, ji ber salvegera mirina dayika Uveyş, di 11’ê Nîsanê de cih daye nivîseke Rêber Apo.

Rozerîn Gultekîn Hêja Zerya, Haskar Kirmizigul û Nazan Ustundag û Zîlan Vejîn jî li ser mijarên cûda nivîsî ne.

Yûrdûsev Ozsokmenler, li ser konfearên Zayendîperestiya Civakî ku TJK-E, li 3 navendên Ewropa pêkanîne sekiniye.

Hevpeyvîna rojnamevan Bêrîtan Sarya ya bi Kurdê Xebat re, di vê hejmarê de cih girtiye.

Di rûpela bîranînê de, nivîsa Nûda Karker (Nazan Bayram) ya di 1’ê Nîsana 2008’an de li Botanê şehîd bû cih girtiye.

Şehîd Nuda Karker, nivîs di sala 1995’an de nivîsandibû.