Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş diyar kir ku helwesta PDK’ê zirarê dide yekîtiya neteweyî û got: “Êrîş û hevkariya bi Tirkiyeyê re li ser axa Kurdistanê xemgînî û hêrseke herî mezin dixe dilê her Kurdekî.”

Piştî ku li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê PDK’ê hêzên leşkerî li herêma Zînî Wertê bi cih kirin, rageşiyek rû da. Ev rageşî hê jî didome. Her wiha piştî ku Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar serdana Bexdayê kir û pêwendî bi Herêma Kurdistana Federe re danî, êrîşên li ser Şengalê careke din bûn rojev. Ev yek û helwesta PDK’ê bûne cihê nerazîbûnên mezin û bi xwe re cardin pêwîstiya bi yekîtiya neteweyî ya Kurd xiste rojevê.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Hasan Ozguneş der barê mijarê de ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku helwesta PDK’ê zirarê dide yekîtiya neteweyî û got: “Êrîş û hevkariya bi Tirkiyeyê re li ser axa Kurdistanê xemgînî û hêrseke herî mezin dixe dilê her Kurdî.”

‘AKP, PDK’Ê WEKE AMÛREKÊ BI KAR TÎNE’

Ozguneş da zanîn ku dewleta Tirkiyeyê ji dîroka xwe ya kevnar heta roja îro, timî siyaseteke parçekirinê li hemberî dijberê xwe, gelên bindest û bi taybetî jî gelê Kurd pêk aniye. Ozguneş destnîşan kir ku li kû derê destketiyên Kurdan hebe, Tirkiye ew der ji xwe re kiriye armanc û ji bo ku Kurd nebin xwedî statu serî li her rê û rêbazên qirêj dide. Ozguneş bal kişand ser êrîşên dewletê yên li ser Kurdan û wiha axivî: “Bi sedan sale dewleta dagirker êrîşî Kurdan dike, bi daxwazên azadiyê yên 40 salî û vir de jî êrîş, zilim û tundiya li ser Kurdan zêde bû. Di şeş salên dawî de ev polîtîka kete merheleyek din û polîtîkayên qirkirin û tinekirinê ketin dewrê. Li kû derê destketiyek Kurdan hebe dewlet ji bo ku ji holê rake êrîş dike. Ti zilim, tinekirin û politikaya qirkirinê ya dewletê bi têkoşîna Kurdan bi ser neket. Lê niha dest bi pêngavek nû ya perçiqandinê kiriye. Tifaqa AKP-MHP’ê ji xwe re kiriye armanc ku hemû hêzên Kurd ên azadiyê dixwazin ji holê rakin û di vî warî de hinek partiyên Kurd ên berjewendîparaz kirîne şirîkê xwe. Niha AKP-MHP, PDK’ê ji bo xwe weke amûrekê bi kar tînin. AKP, PDK ji bo xwe weke Kurdê baş bi nav kiriye û li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne. PDK’ê jî bi hemû awayî xwe radestî AKP’ê kiriye.”

‘DI SIYASETA PDK’Ê DE CIVAKA BERFIREH TINEYE’

Ozguneş destnîşan kir ku ji ber ku pergala rêveberinê ya AKP û PDK’ê weke hev e li dijî modela konfederalîzma demokratîk bûne şirîk û wiha pê de çû: “Pergala hêza azadîxwaz, pergala demokratîk modernîte, neteweya demokartîk û konfederalîzma demokratîk e. Di heman demê de pergala gelan, baweriyan, jinan, ciwanan û kedkaran ne. Yanî pergala civakê ye, ne şerxwaze û berovajî wê aştîxwaz e. Ne xwînmêje, jiyanek komînal û demokratik dixwaze. Her wiha bi xwazayê re dost e. Ji bo vê yekê jî dijminatiya vê modelê dikin û ji vê modelê ditirsin. Li dewsa ku PDK ji bo gelên Kurdistanê xizmetê bike û siyasetê bimeşîne, ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî ketine nava liv û hewldanan. PDK tenê ji bo malbata xwe û dewlemendên Iraqê siyasetê dide meşandin. Pergala wan pergala modernîteya kaptalîste û li ser hîmê netewe-dewletê ava dibe. Netewe dewletên heta îro hatine avakirin bi xwe re gelek şer û rageşiyên mezin anîne. Ti carî nikare çareseriyek mayînde bibîne û her demê di nava xwe de difetise. Di siyaseta PDK’ê de bi çi awayî civaka berfireh tine ye û her demê ji bo berjewendiyên şexsî û eşîrtiyê re siyaset daye meşandin.”

‘PDK, YEKITIYA KURDAN JI BO XWE TALÛKE DIBÎNE’

Ozguneş da zanîn ku ji dîrokê ve PDK’ê timî li gorî berjewendiyên dagirkeran siyaset meşandiye û wiha dom kir: “Li dewsa cihê xwe li gel xelkên Kurdistanê bigrin û ji bo bikarin xwe li ser lingan bigrin di aliyê berjewendiyê dagirkeran de siyasetê diafirînin. PDK ji bo ku xwe dewlemendê Başûrê Kurdistanê dibîne, dibêje modela neteweya demokratik wê min li ser lingan nehêle. Ji bo ku dewlemendiya xwe biparêze serî li hemû rêbazan dide. Her wiha PDK dewlemendî û desthilatdariya xwe, di nava yekîtiya Kurdan de di talûkê de dibîne. Yekîtiya Kurdan ji bo xwe talûke dibîne. PDK difikire ku eger yekîtiya Kurdan were avakirin, wê li welat azadî, demokrasî, wekhevî, mafê hilbijartin û azadiya ramanê pêk bê. Ji bo vê yekê jî yekîtiyê weke gef ji xwe re dibîne. Timî PDK’ê destê xwe daye Îran, Iraq û Tirkiyeyê.”

‘XELKÊ BAŞÛR JI POLÎTÎKAYÊN PDK’Ê BÊZAR BÛYE’

Ozguneş bilêv kir ku hişmendiya PDK’ê ya hişmendiyek zordeste û ev tişt got: “PDK bi ti awayî naxwaze demokrasiya gel pêş bikeve û civak xwe birêvebibe. PDK li dijî rêveberiya Rojava û xweseriya Şengalê ye. Di dema şoreşa Rojava de jî timî digotin, ‘li Rojava ti şoreş tineye, rejîmê ji lewaziya xwe herêm teslîmî wan kiriye’. Ji ber polîtîkayên şaş ên PDK’ê bi salane qeyranek siyasî û aborî li Başûr heye. Xelkê Kurdistanê ji vê politikaya PDK’ê bêzar bûye.  Di wextê referandomê de PDK’ê digot, teqez divê Kerkûk û deşta Mûsilê em ji Iraqê bistînînin û welatê xwe ava bikin. Lê çibû? Bajarê dewlemendiyê Kerkûk radestî Iraqê kirine. Kerkûk ji ber polîtîkayên şaş ên PDK’ê ji destê Kurdan çû. Divê PDK li pişt xwe bizivire û li polîtîkayên xwe binêre. 

Divê hemû polîtîka di xêra xelkê Kurdistanê de bên kirin. Ev nêzîkatî û polîtîka zirarê dide yekîtiya neteweyî ya Kurd. Li çar aliyên Kurdistanê xelkê me amade ye ji bo yekîtiyê. Divê rêyên biçin yekîtiya neteweyî bên şopandin. Ne rêyên şerê birakujî û pevçûna li dijî Kurdan. Eger PDK di vê polîtikaya xwe de israr bike, wê hemû statuyên hene jî ji destê wan biçe. Ji zirarê zêdetir tiştek nabe para Kurdan. Divê haya her kesî ji vê hebe û ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd bixebite.”