Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo got ji bo ku Suweyde ji terorê were rizgarkirin ew amade ne ku hêzên bişînin. Hemo her wiha got çalakiyaên li Efrînê wê zêdetir bibin.
Hemo got ew hazir in ku alîkariyêbi gelê Suweydeyê re bikin û got, ‘’YPG’ê di şerê dijî DAÎŞ’ê û rêxistinên terorîst de serkeftina xwe ispat kir. YPG ya ku di bin banê QSD’ê de ye 1 ji 3 paran welêt ji DAÎŞ’ê rizgar kir.’’
‘LI EFRÎNÊ ÇALAKIYÊN DIJÎ DAGIRKERAN WÊ ZÊDE BIBIN’
Hemo derbarê rewşa Efrînê jî got, çalakiyên YPG’ê yên li Efrînê dijî artêşa Tirk û çeteyên wê didomin û ev çalakî wê zêdetir bibin.
Ji bo rehîneyên ku li Suweydê hatin revandin werin berdan, hevdîtinên di navbeyna rîspiyen Suweydê û çeteyên DAÎŞ’ê de ti encam neanî. Rîspiyan şertên çeteyan qebûl nekirin.