Alîkarê Hevserokên HDP’ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy got, polîtîkayeke Tirkiyeyê ya ji bo hilweşandina desthilatdariya Esad nemaye û diyar kir, hemû hesabên xwe li ser êrîşa li dijî Rojava kirine.

Piştî ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trûmp biryar da ku hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne, gefên Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn. Alîkarê Hevserokên HDP’ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy ev mijar ji ANF’ê re nirxand. Ozsoy diyar kir ku du aliyên van bûyeran hene û got, aliyekî wê ew e ku Erdogan bi nîşandana mînaka Efrînê re dixwaze nîjadperestiyê li dora xwe kom bike û bi vî rengî bi ser bikeve.

Ozsoy ragihand, aliyê duyemîn jî ew e; Erdogan ji bo aramiya siyasî, aramiya aborî û aramiya civakî nikare soza tiştekî bide Tirkiyeyê, lewma dikeve nava hewldanên bi vî rengî.

Oszoy got, “Bi dirûşmên şerxwaziyê hewl dide hêza netewperest û nîjadperest li dora xwe bihêle û bi vî rengî tevlî hilbijartinê bibe. Ev yek aliyê xwe yê konjonturî ye, lê li derveyî vê yekê, mejiyê ku li ser dewleta TC’ê serdest e, ne meseleya Erdogan bi tenê ye. Erdogan hin tifaqên cuda kir, di nava 2-3 salan de li nava dewletê, di burokrasiyê, artêşê, dadgeriyê û partiyên siyasî de gelek tifaq kir. Bi MHP’ê re tifaq kiriye. Ev tifaqa berfireh, plan û amadekarî kiriye ku hemû destketiyên Kurdan ên li Sûriyeyê ji holê rake û ev yek jî weke polîtîkayeke giştî daniye ber xwe. Em nizanin bê hevsengiya hêzên herêmî û global çiqasî rê bide vê yekê, lê heta niha nekarîn vê bikin.”

‘HEDEFA BINGEHÎN, JIHOLÊRAKIRINA DESTKETIYÊN KURDAN E’

Ozsoy anî ziman ku mesele ne tenê hilbijartin e û got, “Belê konjontur ev e, Erdogan li bendê ye ku ev yek bandorê li hilbijartinên xwecihî bike. Lê dewlet xwedî polîtîkayeke hîn berfireh e. Belê, dema vê polîtîkayê pêwendiya xwe bi hilbijartinê re heye. Lê belê nêt û mejî, yê berê ne û mayinde ne. Dema bê, eger firsend bi destê wan ve bikeve, ji bo hemû destketiyan ji holê rakin wê bikevin nava hin hewldanan.” Ozsoy bi bîr xist, ku ew li platformên navneteweyî û li Tirkiyeyê vê mijarê timî tînin rojevê û got, hedefa bingehîn jiholêrakirina destketiyên Kurdan e.

‘EV GEF RÊ LI BER HÊRS Û NEFRETÊ VEDIKE’

Hişya Ozsoy anî ziman, li Tirkiyeyê niha hêzeke neteweperest û faşîst heye ku destketiyên Kurdan ên li Sûriyeyê weke pirsgirêka man û nemana dewleta TC dibînin û wiha dewam kir: “Rojhilata Navîn ji nû ve ava dibe. Di rewşeke wiha de dewleta TC’ê partnerên şaş ji xwe re hilbijartiye.

Tirkiye ku êdî polîtîkayeke xwe ya ji bo hilweşandina desthilatdariya Esad nemaye, hemû hesabên xwe yên li ser wê derê, li ser êrîşa li dijî Rojava kiriye. Wê hewl bide êrîşî wê derê bike, weke mînaka Efrînê. Dibe ku Erdogan vê yekê ji bo hilbijartinê weke serketinekê ji xwe re dibîne, lê belê tovên hêrs û nefretê di nava Kurd û Tirkan de diçîne.”

‘GELÊ KURD VAN ÊRÎŞAN WEKE DAGIRKIRINA XAKA XWE DIBÎNE’

Ozsoy diyar kir, Tirkiye bi binpêkirina sînor re sûc dike û işaret bi aciziya Kurdan a ji ber van gefên Erdogan kir. Ozsoy got, Kurdên li Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraqê ji vê yekê aciz in û wiha dewam kir: “Kurd vê qebûl nakin û weke dagirkeriyê dibînin. Bêyî biryara Konseya Ewlekairyê ya Neteweyên Yekbûyî û bêyî êrîşek ku ji aliyê din ve hatiye kirin, bi yekalî dixwazin bikevin nava xaka gelekî din, xaka welatekî din. Em ê li hemû platforman ragihînin ku em li dijî vê ne.”

‘DEWLETA LI HEMBERÎ DEM VEGUHERIYE MAKÎNEYEKE ŞER’

Ozsoy işaret bi zext û zordariya li ser Kurdan a li Tirkiyeyê kir û got, “Ev welat êdî ne ew welat e ku mirov dikarin nerazîbûnên xwe vekirî nîşan bidin. Dewlet veguheriye makîneyeke şer, lê belê kes vê qebûl nake. Kurd vê qebûl nakin. Tiştekî bi vî rengî jî heye: dîrok hinekî bi rengekî balkêş bi rê ve diçe, yanî bûyerên ku Kurdan nêzî hev dikin, wan dikin yek jî diqewimin.

Kurd di encama êrîşên giran de li hev dicivin. Li Helebçeyê bi vî rengî bû bû, Kobanê hemû Kurd kiribû ye, Efrînê Kurd di hest de kir yek. Êrîşên bi vî rengî yên li dijî Kurdan wê hesta neteweyî ya Kurdan zêdetir û xurtir bike.”