Mam Ehmed ê têkildarî li Mexmûrê ji bo debara xwe çandiniyê dike got: “Ji bo warekî yê jiyanê ji bo xwe şîn bikin me xwest ku herêmê şîn bikin. Salên destpêkê şînatî hişk bûn. Lê me ti cara dest ji hêvî û baweriya xwe berneda ta ku me ev war şîn kir.”

Mexmûr xwedî erdinîgariye hişk û zuhabû. Lê piştî hatina penaberan ji Bakurê Kurdistan, yên ku piraniya xwe ji herema Botanê ne. Hêdî hêdî ew warê hişk û zuha guherî warê jiyanê. Her dem wan penaberan hewil didan ku Mexmûr şîn bikin, ji ber ku ne dikarîn di nava sehraykî rip û rewat de bijîn. Ji ber ku cihê welatî lê bi cih bûbûna ti car çandinî lê nehatibû kirin, zehmetiyê pir mezin dikşandin. Lê belê ew zehmetî ti carî nekarî li himberî hêviya wan bibe asteng. Pir caran dema ku şînkahî ango dar diçandin, hişk dibûn. Lê dîsa hêviya xwe qut nedikirin û careke din diçandin. Ev yek ta roja îro berdewam dike. Mam Ahmed ê yek ji xelkên wargehê ye ku girêdana wî ya bi axê re pir xurt e.

Mem Ahmed li ber paleke ya çiyayê Mexmûrê ev du salin hewil dide ku darên dêmî biçîne. Sala derbasbûyî piştî kedek mezin û hewldaneke zêde ew dar şîn nebûn. Lê dîsa hêviya Mam Ehmed qut nebû, îsal careke din darên xwe çandin.

Ehmed Sevîn qala jiyan xwe ya gund kir û got: “Herêma me ji bo çandin û sewalvaniyê destdayî bû. Dayik û bavê min ji bo debara xwe ya malê pêkbînin bi çandin û xwedîkirina sewalan re mijûl dibûn. Di xwezaya her mirovê de heskirin û girdanbûna bi axê re heye, ev yek herî zêde di çanda Kurdan de heye. Ji bo vê yekê jî ez hertim bi axê re mijûl dibim.”

‘ME TI CARÎ DEV JI HÊVÎ Û BAWERIYA XWE BERNEDA’

Sevîn bibîr xist ku dema ji ber zilma dijmin koçber bûn û hatin Mexmûrê, ji bilî mar, tûpişk û çoleke zuha ti tişt nebû û got: “Em neçarî vê jiyanê bûn û me li hemberî hemû zoriyan li berxweda. Me xwest ku vê herêmê şîn bikin û ji bo xwe warekî jiyanê biafirînin. Di salên destpêkê de şînatî û darê ku me diçandin hişk dibûn, Lê me ti cara dest ji hêvî û baweriya xwe berneda ta ku me ev war şîn kir. Niha rez û baxên ku li Mexmûrê hatine çandin bala gelên derdora me kişandiye û dibêjin; ‘We çawa ev rez û bax di nava vê sehrayê de çêkiriye.’ Dema ku derdor vê yekê dibînin û kêfxweş dibin, em bi xwe jî ji vê yekê hêz digirin.”

‘HÊZA BAWERIYÊ DARAN DI NAVA TEHTÊ DE JÎ DIBIŞKIVÎNE’

Mamê Seven di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew hewl dide cerbandinekî pêkbîne û encamekê jê bigire. Ev du salin ku ji bo vê cerbandina xwe gelek ked daye, ji bo bigihîje armanca xwe çi jê were xwestin wê bike û wiha pêde çû: “Dema min dest bi çêkirina dîwarê rez kir her kesê digot ‘Ev karê tu dikî bi encam nabe, ji ber ku dar di nava van tehtan de şîn nabe’. Lê min guh neda van axaftinan û min di biryara xwe de israr kir. Ez dixwazim li ser vî girî rezekî dêmî biçînim. Payîza borî min gelek darên dêmî ji çiyayên Başûrê Kurdistanê anîn û çandin, lê piraniya wan hişkbûn. Hişkbûna wan daran hêviya min neşikand, ji ber vê yekê ez îsal carekî din çûm çiyayê Sefîn û min bi qasî 100 darên dêmî yên wek hêjîr, mêw, simaq, behîv, karçik û zeytûn anîn û çandin. Gelek jê şîn bûne û xemlek xweş avakirine, ji ber vê yekê ez pir bi coş û moral im.”

‘MIROV BIXWAZE TIŞTEK NÎNE KU SER NEXE’

Ehmed Seven di axaftina xwe de bal kişande ser penaberiya xwe û got: “Hêviyên me yê vegera welat ti carî tine nebûye lê dîsa jî em dixwazin vî warê ku em niha lê dijîn, şîn bikin û xwezayek nû li vê derê ava bikin. Di nava wargehê de gelek bax û baxçeyên mêw û hêjîran hatine çandin. Niha jî berhem didin. Min jî got ger me kariye di cihekî mîna Mexmûrê de rez û baxan çêbikin, wê demê em dikarin li ser girên Mexmûrê jî bax û baxçeyan avabikin û jê berhem bigrin. Ger mirov tiştek bixwaze, tişta ku bi ser nexe nîne. Ez niha cerbadinekê dikim, ger îsal jî encamek baş negirim ezê hêviya xwe winda nekim. Ez ê careke din jî ked bidim û biçînim ta ku bighêjim encamekê.”

‘DERFETÊ MIN HEBA, MINÊ GIR HEMÛ BI ŞÎNKAHIYÊ BI XEMILANDA’

Mam Ehmed di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku tI caran bawerî û hêviya xwe winda nekiriye û heTa ku ev gir ji daran şîn neke wê raneweste û got: “Derfet di destê min de tIne ku ez bîreke avê li ser vî girî lêbidim. Ger derfetên min heba min ê ev gir hemû bi daran bixemilanda û renga reng bikira. Wê ev yek hem ji bo gel kêfxweşiyek çêkira û him jî wê hewayê me hê zêdetir paqij ba, di heman demê de min ê jî jê sûd werbigirta.”