Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci, ku wezîfeya wî hate desteserkirin û qeyûm li şûna wî hate danîn, serê sibehê hate destgîrkirin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci, ku desthilatdariya AKP-MHP’ê 19’ê Tebaxa 2019’an qeyûm danî şûna wî, hate destgîrkirin.

Avci serê sibehê di serdegirtina mala wî de hate destgîrkirin û piştre ew birin Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê. Li ser hinceta destgîrkirina Avci agahî bi dest neket.