Heyva Sor ragihand ku li herêma Cizîrê di nava 3 rojan de 14 sivîl şehîd bûne, 46 sivîl jî birîndar bûne.

Heyva Sor a Kurd lîsteya kesên sivîl ên li herêma Cizîr di encama bomberdûmana artêşa Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şehîd û birîndar bûne eşkere kir.

Li gorî lîsteyê di 3 rojan de 14 sivîl şehîd, di nav de 2 jê zarok 46 sivîlên din jî birîndar bûne.