Bi gelek wesayitên zirxî hêzên pêşmergeyan sewqî bajarokê Derkarê yê Zaxoyê hatin kirin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, bi gelek wesayitên zirxî û leşkerî hêzên pêşmergeyan sewqî bajarokê Derkarê yê navçeya Zaxo ya Duhokê hatin kirin.
Hate ragihandin, sewqiyata pêşmergeyan 28’ê Tîrmehê hatiye kirin.
Ji wêneyan xuya dike ku bi gelek wesayitên zirxî û leşkerî hatine sewqkirin.
PDK’ê beriya niha jî 15 wesayitên leşkerî û gelek pêşmerge şandibû herêmên Bradost û Berbizinayê.