Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê di daxuyaniya xwe de got:

“Hêzên me ji bo bîranîna fermandar hevrê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) û silavkirina salvegera 30’emîn a damezrandina YJA Starê gelek çalakî lidar xistin.

Di van çalakiyên bi pêşengiya YJA Starê de, bi giştî 8 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û 2 kamerayên mobesse û çeperek hatin îmhakirin.”

HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriya artêşa tirk bi berfirehî ev agahî dan:

“Li herêma Heftanînê;

22’ê Cotmehê saet di 12:00 de li Qada Girê Şehîd Berxwedan a li Xantûrê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, 4 dagirker hatin cezakirin, çeperek û kamerayeke mobesse hatin îmhakirin. Çalakî hêzên YJA Starê li dar xist.

Li herêma Zapê;

23’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

22’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin û hewldana ji bo bicihbûna li çeperê hate rawestandin.

Derb li kamerayeke mobesse ya dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê YJA Starê ve hate kirin.

23’ê Cotmehê li heman qadê bi çekên giran 2 caran dest li liv û tevgera helîkopteran hate werdan.

Bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Bi çekên giran dest li liv û tevgera dagirkeran hate werdan, tevgera wan hate rawestandin. Çalakî ji aliyê YJA Starê ve hate kirin.

Bi sûîqestê 2 dagirker hatin cezakirin.

YJA-STar bi taktîka sûîqestê kamerayeke mobesse imha kir.

Bi çekên giran û nîv otomatîk liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

22’ê û 23’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk derb li 4 çeperan hate xistin. Çalakî YJA Starê kir.

Bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek birîndar bû.

Bi çekên nîv otomatîk jî dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî ye;

22’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya li herêma Zapê, çeperên şer carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

22 û 23’ê Cotmehê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 2 caran bi droneyên bombebakirî, çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 25 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin. Teqemenî bi rengê reş û bi bêhna deterjanê bûn.

23’ê Cotmehê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî, çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî jî 4 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

Êrîşên din ên artêşa Tirk a dagirker;

18’ê Cotmehê qada Stûnê ya herêma Avaşînê 9 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

22 û 23’ê Cotmehê herêmên Zap, Avaşîn, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna; Xakurkê û Barzan bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna, Xakurkê û metîna bi topan hatin bombekirin.