Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji bo herêmê vala bike êrişê dibe ser gundan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser gundên sivîlan ên li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Dewleta Tirk a mêtinger qirker ku li pêşberî berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xitimiye, bi rêbaz û taktîkên xeta serdema nû ya gerîla, teknîka şer a herî pêşketî hatiye pûçkirin, vê carê bi balafirên şer bombeyan li gundên gelê me yê Başûrê Kurdistanê dibarîne. Dewleta Tirk a dagirker ji bo çavê gelê me bitirsîne û bike ku gundên xwe biterikîne, bi zanebûn bombeyan li warên sivîlan dibarîne, êrişî gelê me yê sivîl dike û bi rengekî eşkere sûcê şer dike. Em bang li gelê xwe dikin ku li ber van pîlanên zexel ên dewleta Tirk rabe û helwestê nîşan bide.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo van armancên xwe yên qirêj ev êriş kirin:

18’ê Mijdarê saet di 12:50’î de li herêma Metînayê bombe li gundê Bîgdadê ya li nehiya Kanî Masî barand. Ji ber vê bombardûmanê ji wî gundî du welatiyên me birîndar bûn ku rewşa yekî giran e.

18’ê Mijdarê saet di 19:10’an de li herêma Garê derdora gundê Bêbadê û Newala Şirêlkê hatin bombekirin. Her wiha 18’ê Mijdarê saet di 19:20’î li herêma Garê gundê Tiyê yê ser bi navçeya Akrê hate bombekirin. Ji ber vê bombardûmanê xisar li mal, bax û baxçeyên gelê herêmê bû.

Di 19’ê Mijdarê de saet navbera 12:00-13:00 li herêma Xakurkê qada Sinînê 7 caran, qada GOşînê 6 caran û derdora Çemê Lolanê jî 4 caran hatin bombekirin.”