HPG’ê nasnameya 2 Gerîlayên di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêrelukê de şehîd bûn eşkere kir û got; Bêteredût û bi fedaîtî şer kirin, bi lehengî şehîd bûn û ji bo gelê me bûn çavkaniya şeref û şanaziyê.
Navenda Ragihandina HPGê, di 14ê Çileya 2024an de, têkildarî şehîdên Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêreluk daxuyaniyek da û got;
Hevriyên Gerilla yên Apoyî ku bi profesyonelî, şêwaza fedayî û lehengiya xwe ya bilind beşdarî Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêreluk bûne, bi berxwedana xwe xeta têkoşînê ya sala 2024’an diyar kirin.
Hevriyên Gerilla Serxwebûn û Rizgar, ku şopînerên xeta têkoşîna ku Sara, Rûken, Rojhat, Erdal û bi dehan hevriyên şehîd bi fedakar ê rêbazên Gerîllatiya serdema nû û bi kedeke giranbuha afirandibûn, navên xwe di dîroka gelê Kurd de nivîsîn.
Hevriyên Gerilla Serxwebûn û Rizgar, bi pratîkên xwe yên serketî îspat kirin ku jiyana di pîvanên Apoyî, disîplîna leşkerî, cidiyeta şoreşgerî, israr, giyanê fedayî û balkişandina li ser armancê kilîda serketinê ye, derbên herî giran li dagirkeran xistin.
Hpge ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re sersaxî xwest û nasnameya şehîdan wiha eşkere kir:
Sefa Altinay, bi nsanav Serxwebûn Serhed, li Agirî ji dayik bû, Dayik û Bav: Mecbure – Mehmet Alî, di : 12’ê Çileya 2024an de li /Zapê şehîd bû.
Ronîvan Kemo, bi nasnav Rizgar Çavreş, li Kobanê ji dayik bûye, Dayik û Bav: Hamîde – Osmanm di 12’ê Çileya 2024’an de li Zapê şehîd bû.