Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand û got,

Di çalakiyên hêzên me de 9 dagirker hatin cezakirin û 2 jî birîndar bûn.

Di heman demê de çekek A4, 2 kamerayên mobesse û 2 çeper bi temamî hatin îmhakirin, derb li 2 çeperan jî hate xistin.”

HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi hûrgulî ev agahî parve kir:

“Li herêma Avaşînê;

16’ê Îlonê li Girê Şehîd Mûnzûr ê li Qada Berxwedanê ya Mamreşo, bi rengekî koordîneyî bi taktîka gerîla li dagirkeran hate xistin. Bi çekên ferdî û giran ji du baskan ve derbên giran li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin. Dijmin di 17’ê Îlonê de li vê qadê dest bi operasyonekê kir, piştre jî bêencam ma û neçar ma xwe vekişîne.

Li herêma Heftanînê;

19’ê Îlonê li Qada Girê Şehîd Silava bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çekeke A4 û çeperek ji teknîka şer hate îmhakirin. 2 dagirkerên di çeperê de hatin cezakirin, çekek A4, 2 kamerayên mobesse û çeperek bi temamî hatin îmhakirin.

19’ê Îlonê li hemberî qemyoneke artêşa Tirk a dagirker ku ji Gundê Rûsê yê Bektoryayê derbas dibû, çalakiyeke sabotajê hate kirin, 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

Li herêma Metînayê;

20’ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçêlê li dijî dagirkerên ku hewl didan bikevin çeperê bi çekên giran çalakî hate kirin; hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werdan. Bi çekên nîv otomatî li dagirkeran hate xistin, dagirkerek birîndar bû.

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

20’ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên HPG û YJA-STar bi çekên giran li dagirkeran û Derb li 3 çeperan hate xistin. Çalakî hêzên YJA Starê kir.

YJA-STAR bi sûîqestê li dagirkeran da Dagirkerek hate cezakirin.

20’ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Di çalakiya li dijî dagirkeran a bi suîqestê dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

20’ê Îlonê li qada Enzê ya Qendîlê wesayiteke xelkê sivîl ê herêmê bi balafirên şer hate bombekirin.

20’ê Îlonê Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Herêma Metînayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi topan hatin bombekirin.”