HPG: 7 leşkerên Tirk hatin cezakirin

HPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku di çalakiyên gerîlayên azadiyê de 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li 5 çeperan hate xistin. HPG’ê ragihand ku cenazeyên 4 leşkeran jî di bin kontrola hêzên wan de ne.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

4’ê Îlonê saet di 07:00 û 11:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li 2 çeperên dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

4’ê Îlonê saet di 08:00 û 10:15’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, 2 dagirker hatin cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

4’ê Îlonê saet di 13:10, 16:20, 16:30, 19:00 û 21:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di van çalakiyan de ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin kirin, dagirkerek hate cezakirin, derb li 3 çeperan hate xistin.

4’ê Îlonê saet di 21:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dagirkerên ku ber bi tunelên şer ve hatin û xwestin teqemeniyê bi cih bikin, hatin kontrolkirin û bi rêbaza sabotajê çalakî li hemberî wan hate kirin. Teqemeniyên ku dagirkeran dixwestin li tunelên şer bi cih bikin bi dagirkeran ve teqiyan. Di encama çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin. Cenazeyên dagirkeran di bin kontrola hêzên me de ne.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

5’ê Îlonê qadên Gundê Bêşîlî û Serê Metîna yên Metînayê 2 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.”