Artêşa Tirk a dagirker li gel ku êrişên bi bombeyên taktîk nukleer, gazên kîmyewî dike jî ji Gerilla derbên giran dixwe û di encama çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de li Zapê 29, li Xakurkê jî 2 dagirker hatin cezakirin.

Navenda ragihandina HPGê, derabrê çalakiyên Gerilla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker de ev agahî dan:

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

Şeva 12’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dagirker ji bo xwe bigihînin tunelên şer ji 3 baskan ve ketin nava tevgerê. Tîmên Gerilla yên bi tevger yên li qadê û tunelan, dagirker xistin bin kontrola xwe û piştre bi çekên ferdî û rêbaza sûîqestê derbên grian li baskê yekemîn xistin. 11 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker jî birîndar bûn.

Dagirkerên ku bi 2 baskên ji 9 û 7 dagirkeran pêk dihat bi pêş de diçûn, bûne armanca Gerilla. Gerilla bi çekên ferdî û bombeyên destan ji nêz ve li her 2 baskên dagirkeran xistin û bi temamî hatin tasfiyekirin. 16 dagirker hatin cezakirin.

Dagirkerên ku piştre ketin nava liv û tevgerê jî, bûne armanca Gerilla. Gerilla bi taktîka sûîqestê 2 dagirkerên din jî ceza kirin.

Piştî darbeya giran ya li artêşa Tirk hate xistin û 29 leşker hatine ceza kirin. helîkopterên êrîşê qad bênavber bombarduman kir. Kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji qadê revandin.

Li herêma Xakurkê;

9’ê Cotmehê, hêzên YJA Starê, dagirkerên di navbera Girê Şehîd Axîn û Girê Şehîd Şahan de, kirin bin kontrola xwe û bi taktîka sabotajê li van xistin. 2 dagirker hatin ceza kirin.

Navendê derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker, yên bi gazên kîmyewî, teqemeniyên qedexekirî û droneyên bombebarkirî de agahîn dan û got;

11 û 12’ê Cotmehê li herêma Metîna, çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî û 2 caran jî bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

12’ê Cotmehê, li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer yên li Girê Cûdî û Girê Amediyê 6 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

12’ê Cotmehê herêma Zapê carekê, Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl carekê, herêma Xakurkê 2 caran bi giştî 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

12’ê Cotmehê Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Herêma Metîna û Herêma Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Xakurkê û Metîna hatin bombekirin.”