Navenda Ragihandina HPGê diyar kir kû di Pêngava Cenga Heftaninê de Helîkoptera Skorsky derbe xwarîye.

Navenda HPGê destnîşan kir ku, Artêşa Tirk ya dagirker, ji bo Herêmên Parastina Medya dagir bike, girêdayî Haftanînê qada Şehîd Kemal, şehîd Bêrivan û Şehîd Şêxmus, bi helikopterên şer bombarduman kirin.

HPGe got: Piştî bombardumana sê qadên girêdayî Haftanîn, xwest lêşkerên dagirker li herêmê deyne. Hêzên Gerilla, di Pengava Cenga Haftanîn de, li dijî helikoptera Skorsky ku xwest leşkerên dagireker deyne, çalakî pêkanî, helikoptera skorky hate darbe kirin û bêyî ku leşkeran deyne ji herêmê reviya

Navenda Ragihandina HPGê dazanîn ku piştî bombardumana helikopterên şer, li herêmê şewat derket.

Navendê destnîşan kir ku, hêzên hewayî yên Artêşa Tirk ya dagirker, di 12 Îlonê de, girêdayî herêma Haftanîn, Girê Partizan bombarduman kirin.

Di encama bombardumanê, rêhevalên Gerilla Baharin û Roni, tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bûn.